Zebûr 142 - Kurmanji ÎncîlZebûr 142 Gava ku li şikeftê dua dikir 1 Ez bi dengê xwe hawar dikim li Xudan, Bi dengê xwe ji Xudan re lava dikim. 2 Ez dirêjim ber wî, gazinên xwe, Li pêş wî dibêjim, tengahiyên xwe. 3 Gava ku ruhê min di hundirê min de dixeriqe, Tu bi riya min dizanî. Li ser riya ku ez dimeşiyam, bi dizî dafik danîn. 4 Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne, Tu kes min nahesibîne, Dera ku ez xwe bispêrimê nema, Tu kes bala xwe nade min. 5 Ez li te dikim hawar, ya Xudan: Min got, «Stargeha min, Li diyarê jîndaran, para min tu yî.» 6 Goh bide hawara min, Çimkî ez pirr neçar im; Tu min, ji yên ku min dipelçiqînin azad ke, Çimkî ew xurttir in ji min. 7 Tu min ji zîndanê derîne, Da ku ez spasî bidim navê te. Hingê wê yên rast bipêçin dora min, Çimkî tê qenciyê bikî bi min. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey