Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 14 - Kurmanji Încîl


Zebûr 14
( Zebûr 53 )
Zebûra Dawid

1 Yê bêaqil di dilê xwe de, «Xwedê tune» dibêje. Mirov xera bûn, karê xerab serî hildan û çûn. Nema kesî qencîker.

2 Xudan ji jor ve li mirovan dimeyzîne, Ka gelo ewê yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne.

3 Hemû ji rê derketin, Bi hev re bûn mirdar. Kesî qencîker tune, Tenê yek nîne.

4 Ma yên ku sûc dikin nabînin? Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin. Û bang nakin Xudan.

5 Li wir wê bitirsin, bikevin sawan. Çimkî li alî kesên rast e Xudan.

6 Hûn biçûk dibînin şîreta bindestan, Belê wan xwe spartiye Xudan.

7 Xwezî xelasiya Îsraêlê ji Siyonê bihata! Gava ku Xudan xelqê xwe ji surgûnê bîne, Wê ji Aqûb re şadî, ji Îsraêl ê re dilşadî bîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan