Zebûr 130 - Kurmanji ÎncîlZebûr 130 Lavija Hecê 1 Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan! 2 Tu dengê min bibihîze, ya Reb! Tu baş goh bide hawara min! 3 Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan, Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan? 4 Belê tu bexişkar î, Da ku ji te bê tirsîn. 5 Çavê min li riya Xudan e, Canê min li benda wî ye, Hêviya min peyva wî ye. 6 Yên ku li benda sibê ne, Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir, Canê min li benda Reb e. 7 Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde! Çimkî li ba Xudan kerem, Û bi wî rizgariya temam heye. 8 Yê ku wê Îsraêlê, Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey