Zebûr 128 - Kurmanji ÎncîlZebûr 128 Lavija Hecê 1 Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Di riyên wî de dimeşin! 2 Tê keda destê xwe bixwî, Ewê dilgeşî û firehî ya te be. 3 Di hundirê malê de jina te, wê bibe wek dêliya berdar; Zarokên te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin. 4 Va ye, zilamê ku ditirse ji Xudan, Bi vî awayî tê pîrozkirin. 5 Xudan te li Sîyonê pîroz bike! Di hemû rojên jiyana xwe de, Tu firehiya Orşelîmê bibînî. 6 Û tu, zarokên zarokên xwe bibînî! Aştî li ser Îsraêlê be! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey