Zebûr 122 - Kurmanji ÎncîlZebûr 122 Lavija Hecê ya Dawid 1 Gava ji min re dibêjin, «Em herin mala Xudan» Ez şa dibim. 2 Lingên me li ber derên te disekinin, Ey Orşelîm! 3 Orşelîm ku, Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin! 4 Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan, Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin, Sipasî bidin navê Xudan. 5 Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê, Textên mala Dawid hatine danîn. 6 Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin: «Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin! 7 Bila di nav sûrên te de aştî hebe, Qesrên te di nav aştiyê de bin!» 8 Ji bo xatirê bira û hevalên xwe, Ezê bêjim, «Aştî li ser te!» 9 Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê, Ezê qenciya te bixwazim. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey