Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 12 - Kurmanji Încîl


Zebûr 12
Bi sazên heşt têl re, Zebûra Dawid

1 Xelas ke ya Xudan, dilsoz neman, Diqedin mirovên ewle li nav mirovan.

2 Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje, Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.

3 Wê Xudan, lêva hemû xweşekan, Devê hemû zimandirêjan bibirre.

4 Ew ku «Em bi zimanê xwe serdest derdikevin, Lêvên me yên me ne, Kî efendiyên me ne?» dibêjin.

5 Ji ber bindestiya mexdûran, Ji nalîna feqîran, Xudan dibêje: «Niha ezê rabim, Aştiya ku wan bêrî kiriye ava kim.»

6 Gotinên pak in gotinên Xudan; Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê, Heft caran hatiye dadan.

7 Tu wan biparêze ya Xudan, Dûr bigire ji vî nifşê xeraban!

8 Çaxê ku nizmîyê di nav mirovan de dît raxbet, Xerab û xerabî li her derê derket.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan