Zebûr 112 - Kurmanji ÎncîlZebûr 112 1 Pesnê Xudan bidin! Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Bi emrên wî gellek dilşa dibin! 2 Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be, Wê nîjada rastan pîroz be. 3 Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be, Rastdariya wî her û her bimîne. 4 Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê: Ew dilovan, keremdar û rastdar e. 5 Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide, Ew karên xwe bi dadperwerî dike! 6 Ew tu car naleqe, Yê rastdar her û her tê bibîranîn. 7 Ew natirse ji xebera xerab, Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e. 8 Ew mêrxas e, natirse, Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne. 9 Wî belav kir, wî da hejaran; Rastdariya wî her û her dimîne, Qiloçê wî bilind dibe. 10 Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe, Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede. Daxwaza xeraban tune dibe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey