Zebûr 110 - Kurmanji ÎncîlZebûr 110 Zebûra Dawid 1 Xudan ji efendiyê min re got: «Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk Tu li milê min ê rastê rûnê.» 2 Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne, Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo! 3 Di roja te ya şer de, Wê gelê te bi dilxwazî herin. Wek xunava ku di seherê de dikeve, Bi rewnaqiya pîroz pêçayî, Wê xortên te li pey te werin. 4 Xudan sond xwar, ji sonda xwe nazivire: «Li gor pergala Melkîsedek, Tu her û her kahîn î!» 5 Reb li milê te yê rastê ye, Di roja xwe ya xezebê de, wê li padîşahan xe. 6 Wê di nav miletan de dadbariyê bike, Wê hawirdor bi laşan tije bibe, Wê li seranserê erdê, serokan bipelçiqîne. 7 Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe; Loma wê serê xwe rast bigire. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey