Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 11 - Kurmanji Încîl


Zebûr 11
Zebûra Dawid

1 Ez xwe dispêrim Xudan, Hûn çawa ji bo min dibêjin, «Wek çivîkan bireve çiyan.

2 Binêre li xeraban, Dişidînin kevanan, Ji bo ku di tariyê de bavêjin yên dilpak, Ditikînin tîran.

3 Çaxê bingeh hilweşîn, Dikare çi bike zilamê rastîn?»

4 Li perestgeha pîroz e Xudan, Textê wî li ezmanan, Ew her kesî dibîne, Hemû mirovan diceribîne.

5 Yê rast diceribîne Xudan, Ji yê xerab, ji yê zordar aciz e, ji can.

6 Wê li ser xeraban terafa agir û kewkurtê bibarîne, Wê para wan bikeve kasa bayê ku dişewitîne.

7 Çimkî Xwedê rast e, ji rastiyê hez dike; Li ber mirovê rast rûyê xwe vedike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan