Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 101 - Kurmanji Încîl


Zebûr 101
Zebûra Dawid

1 Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim, Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan.

2 Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim, Tê kîngê werî ba min? Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim.

3 Ezê tucar rê nedim ya xerab, Nefret dikim ez ji karê durûyan, Ew napeşke min.

4 Bila ji min dûr be durûtî, Ez nas nakim xerabiyê.

5 Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike, Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye.

6 Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e, Ez dixwazim ew li ba min rûnên; Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.

7 Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar, Li ber çavê min nemîne, yê derewkar.

8 Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat, Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan