Zebûr 1 - Kurmanji ÎncîlKITÊBA I Zebûr 1 1 Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe, Bi pey gunehkaran nakeve, Li komela tinazkaran rûnanê. 2 Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, Û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire. 3 Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, Meywa xwe di demê de dide, Pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike. 4 Xerab ne weha ne, Wek hûrikê kayê ne ku ba lê dixe û dibe. 5 Loma di dadbarkirinê de rast dernakevin, Û gunehkar li civata qencan ranawestin. 6 Çimkî Xudan riya qencan dizane, Belê riya xeraban neman e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey