Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yûhenna 2 - Kurmanji Încîl


Dîlana li Gundê Qenaya Celîlê

1 Piştî du rojan li bajarê Qenaya Celîlê dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê derê bû.

2 Îsa û şagirtên xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin.

3 Dema ku şerab ber xilasbûnê bû, diya Îsa jê re got: «Şeraba wan nema.»

4 Îsa lê vegerand û got: «Sitiyê, te çi ji min e? Hê saeta min nehatiye.»

5 Diya wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.»

6 Îcar li wê derê şeş kûpên kevirîn hebûn ku Cihûyan ji bo adetên xwe yên paqijkirinê bi kar dianîn. Her yekî ji wan di navbera du-sê denan de av hildida.

7 Îsa ji wan re got: «Van kûpan bi avê tije bikin.» Û wan jî ew heta ber dev tije kirin.

8 Hingê wî ji wan re got: «Niha hinekê derxin û ji serekê ziyafetê re bibin.» Wan jî ew bir.

9 Gava ku serekê ziyafetê ji ava ku bûbû şerab vexwar, wî tê dernexist ku ew ji ku derê hatiye. Lê xizmetkarên ku av anîbûn, dizanibûn. Serekê ziyafetê gazî zavê kir

10 û jê re got: «Her kes pêşî şeraba qenc pêşkêş dike. Û çaxê ku yên vexwendî zêde vexwarin, ew a neqenc derdixe. Lê te şeraba qenc heta niha hilanî.»

11 Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî pê anîn.

12 Piştî vê yekê, Îsa tevî diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe çû Kefernahûmê û ew gelek rojan li wê derê neman.


Îsa Perestgehê Paqij Dike
( Metta 21:12-13 ; Marqos 11:15-17 ; Lûqa 19:45-46 )

13 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê.

14 Di Perestgehê de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên rûniştî dîtin.

15 Îcar wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin.

16 Wî ji kevokfiroşan re got: «Van ji vê derê rakin! Êdî mala Bavê min nekin bazargeh!»

17 Hat bîra şagirtên wî ku hatiye nivîsîn: «Xîretkêşiya ji bo mala te wê min bixwe.»

18 Li ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku desthilatiya te heye, tu van dikî?»

19 Îsa bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan de rakim.»

20 Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Avakirina vê Perestgehê çil û şeş salan kişand. Ma tê wê di sê rojan de rakî?»

21 Lê Îsa li ser Perestgeha bedena xwe dipeyivî.

22 Piştre, dema ku ew ji nav miriyan rabû, hat bîra şagirtên wî ku Îsa ev yek gotiye û wan bi Nivîsara Pîroz û gotinên Îsa bawer kir.


Zanîna Îsa ya li ser Mirovan

23 Îcar dema ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelekan ew nîşanên ku wî dikirin dîtin û bawerî bi navê wî anîn.

24 Lê Îsa bawerî li wan nedianî. Çimkî wî bi xwe bi hemû mirovan dizanibû.

25 Hewcedariya wî bi şahidiya mirovan jî tunebû, çimkî wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan