Yûhenna 1 - Kurmanji ÎncîlDi Destpêkê de Peyv Hebû 1 Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2 Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3 Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4 Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. 5 Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême. 6 Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû. 7 Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin. 8 Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike. 9 Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê. 10 Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. 11 Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir. 12 Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê. 13 Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn. 14 Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. 15 Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.» 16 Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. 17 Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. 18 Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn. Şahidiya Yûhennayê Imadkar ( Metta 3:1-12 ; Marqos 1:1-8 ; Lûqa 3:15-17 ) 19 Şahidiya Yûhenna ev e: Çaxê serekên Cihûyan ji Orşelîmê hin ji kahîn û ji Lêwiyan şandin, da ku ji wî bipirsin: «Tu kî yî?», 20 wî eşkere got, wî înkar nekir û got: «Ez ne Mesîh im.» 21 Wan jê pirsî: «Nexwe tu kî yî? Ma tu Êlyas î?» Yûhenna got: «Na, ez ne ew im.» Ji pirsa «Ma tu ew pêxember î?» re jî, wî got: «Na, ez ne ew im jî.» 22 Îcar wan jê re got: «Tu kî yî? Tu ji bo xwe çi dibêjî? Da ku em bersîvekê bidin wan ên ku em şandine.» 23 Wî got: «Ez ew deng im ku li çolê gazî dike: ‹Riya Xudan rast bikin!› wek ku Îşaya pêxember gotiye.» 24 Niha yên ku hatibûn şandin ji Fêrisiyan bûn. 25 Wan jê pirsî: «Madem tu ne Mesîh, ne Êlyas û ne jî ew pêxember î, nexwe tu çima imad dikî?» 26 Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê imad dikim, lê yek di nav we de radiweste, hûn nizanin ew kî ye. 27 Yê ku piştî min tê ew e û ez ne hêja me ku benên çaroxa wî vekim.» 28 Ev tişt hemû li wî serê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yûhenna lê imad dikir çêbûn. Berxê Xwedê 29 Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê. Û wî got: «Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike. 30 Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: ‹Piştî min yek tê ku di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› 31 Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê ji bo ku ew ji Îsraêlê re bê diyarkirin, ez hatim ku bi avê imad bikim.» 32 Yûhenna şahidî kir û got: «Min dît ku Ruh ji ezmên wek kevokê hat xwar, li ser wî danî û ma. 33 Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê yê ku ez şandim da ku ez bi avê imad bikim, ji min re got: ‹Tu bibînî ku Ruh bê xwar û li ser kê deyne, yê ku bi Ruhê Pîroz imad dike, ew e.› 34 Min jî dît û şahidî kir ku Kurê Xwedê ev e.» Şagirtên Pêşî 35 Dotira rojê dîsa Yûhenna bi du şagirtên xwe re radiwesta. 36 Dema wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: «Va ye, Berxê Xwedê!» 37 Du şagirtan gotina wî bihîst û li pey Îsa çûn. 38 Îsa li pişt xwe zivirî û dît ku ew li pey wî tên. Wî ji wan re got: «Hûn li çi digerin?» Wan jê re got: «Rebbî» – ku bê wergerandin: «Mamoste» – «tu li ku derê dimînî?» 39 Wî ji wan re got: «Werin, hûnê bibînin.» Îcar ew çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne û ew wê rojê li ba wî man. Wext piştî nîvro, saet li dora çaran bû. 40 Yek ji wan herdu kesên ku Yûhenna bihîstibûn û li pey Îsa çûbûn, Endrawisê birayê Şimûn-Petrûs bû. 41 Wî di cih de birayê xwe Şimûn dît û jê re got: «Me Mesîh dît», ku bê wergerandin «Yê Rûnkirî» ye. 42 Wî ew anî ba Îsa. Îsa li Şimûn nêrî û got: «Tu Şimûnê kurê Yûhenna yî. Wê bi navê Kîfas» – ku ‹Petrûs› e û bi mana ‹lat› e – «gazî te bikin.» Îsa Gazî Filîpos û Natanyêl Dike 43 Dotira rojê Îsa biryar da ku here herêma Celîlê. Wî Filîpos dît û jê re got: «Li pey min were!» 44 Filîpos ji Beytsaydayê bû, ji wî bajarê ku Endrawis û Petrûs lê dijiyan. 45 Filîpos Natanyêl dît û jê re got: «Me Îsayê Kurê Ûsivê Nisretî dît, ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne.» 46 Natanyêl jê pirsî: «Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?» Filîpos jê re got: «Were û bibîne!» 47 Gava Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî ve tê, li ser wî got: «Va ye, Îsraêliyekî rastîn ê ku tu hîle li ba wî tune.» 48 Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.» 49 Natanyêl jê re got: «Mamoste, tu Kurê Xwedê yî! Tu Padîşahê Îsraêlê yî!» 50 Îsa lê vegerand û got: «Ji ber ku min ji te re got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî›, tu bawer dikî? Tê tiştên ji vê mezintir bibînî.» 51 Û Îsa jê re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bibînin ku çawa ezman diqelişe û milyaketên Xwedê tên xwarê ser Kurê Mirov û diçin jorê.» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey