Yoêl 3 - Kurmanji ÎncîlDadbarkirina miletan 1 “Wê gavê, di wan rojan de, di wê demê de, Gava ez Cihûda û Orşelîmê vegerînim firehiya berê, 2 Ezê hemû miletan bicivînim Û bînim Deşta Yehoşafatê. Ji ber ku wan mîrasa min gelê Îsraêl, Di nav miletan de belav kir, Ezê wan li wê derê dadbar bikim. Wan welatê min parve kir, 3 Li ser gelê min pişk avêt. Wan kur wekî destmiza fahîşeyan dan, Ji bo şerabê keçik firotin û vexwarin. 4 Ya Sûr, Sayda û hemû herêmên Filîstiyan! Hûn heyfa çi ji min distînin? Heke ev bergîdana min be, Ezê jî vê zû bînim serê we. 5 We zêr û zîvê min standin, Taximên min ên hêja birin perestgehên xwe. 6 We gelê Cihûda û Orşelîmê firot Yewnanan Û ji sînorê wan dûr xist. 7 Lê va ye, ezê wan Ji dera ku we ew firotinê vegerînim. Ya ku we anî serê wan, Ezê bînim serê we. 8 Ezê kur û keçên we bifiroşim Cihûdayiyan Û wê ew jî wan bifiroşin Sebayiyan Ku miletekî dûr e” dibêje Xudan. 9 “Di nav miletan de vê yekê bibêjin: ‘Xwe ji bo şer amade bikin! Mêrxasan bixin nava tevgerê, Bila hemû şervan nêzîk bibin û herin jor. 10 Hesinên gîsin bikin şûr, Kêrên xwe yên rezvaniyê bikin rim. Bila kesê qels jî bêje: Ez mêrxas im. 11 Hemû miletên derdorê, Bi lez werin û bicivin! Ya Xudan, mêrxasên xwe bîne xwarê! 12 Bila milet bikevin nava tevgerê Û werin Deşta Yehoşafatê.’ Çimkî ezê hemû miletên derdorê, Ji bo dadbarkirinê li wê derê bicivînim. 13 ‘Dasê biweşînin, zad gihîştiye. Werin, bi piyê xwe biguvêşin! Mehsere tije ye û di ser re davêje. Çimkî xerabiyên miletan mezin in.’” 14 Qelebalix li ser qelebalixan li deşta dadbarkirinê ne. Li deşta dadbarkirinê Roja Xudan nêzîk bû. 15 Roj û heyv tarî dibin, Stêr ronahiya xwe vedişêrin. 16 Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh. Wê Xwedê gelê xwe pîroz bike 17 “Wî çaxî hûnê bizanibin, Xwedayê we Xudanê ku li Siyonê, Li çiyayê xwe yê pîroz rûdine ez im. Wê Orşelîm pîroz be Û wê êdî xerîb dagir nekin. 18 “Wê rojê wê şeraba şîrîn Ji çiyayan dilop bike, Şîr ji giran biherike Û av di hemû newalên Cihûdayê re here. Wê ji Mala Xudan kaniyek bizê Û Geliyê Şîttîmê av bide. 19 “Lê wê Misir bibe wêrane Û Edom bibe beriya bêkes. Çimkî wan zordarî li Cihûdayê kir Û li welatê wan xwîna bêsûcan rijand. 20 Wê Cihûda her û her, Orşelîm nifş bi nifş bimîne. 21 Ezê heyfa xwîna wan bistînim, Ezê bêceza nehêlim.” Çimkî Xudan li Siyonê bi cih dibe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey