Yoêl 2 - Kurmanji ÎncîlArtêşa kuliyan 1 Li Siyonê li boriyê bixin, Li çiyayê min ê pîroz biqîrin! Bila hemû şêniyên welêt bilerizin, Çimkî roja Xudan tê, nêzîk e. 2 Wê rojeke tarî û taristanê, Rojeke bi ewr û tariya kûr be. Wekî taristana bi ser çiyayan de hatiye, Refekî kuliyan ê mezin û hêzdar tê. Belayeke wiha ji demên berê ve nehatiye dîtin, Ne jî wê di nifşên bê de were dîtin. 3 Li pêş wan agir dadiqurtîne, Li paş wan pêta êgir dişewitîne. Li pêş wan welat wekî Bexçeyê Êdenê ye, Li paş wan wekî beriya bêkes e. Tu tişt ji destê wan rizgar nabe. 4 Dîtina wan dişibe hespan, Wekî hespên şer dibezin. 5 Wekî dengê erebeyên şer, Çawa ku dengê pêtên êgir pûş dixwe Û artêşeke hêzdar a ji şer re xwe amade dike, Ew li serê çiyan dipengizin. 6 Li pêşberî wan gel êşê dikişînin, Hemû rû diçilmisin. 7 Wekî mêrxasan dilezînin, Wekî şervanan dibezin ser sûran, Herkes bi riya xwe ve diçe, Ji rê averê nabin. 8 Kes kesî dehf nade, Herkes dide ser riya xwe. Di nav çekan de êrîş dikin û diçin Û nayên sekinandin. 9 Di nav bajêr de dilezînin, Dibezin ser sûran. Hildikişin ser malan, Wekî dizan di kulekê re dikevin hundir. 10 Erd li ber wan diheje, Ezman dilerize. Roj û heyv tarî dibin, Stêr ronahiya xwe nadin. 11 Dengê Xudan li pêş artêşa wî bilind dibe, Artêşa wî pir zêde ye Û kesê gotina wî pêk bîne hêzdar e. Çimkî roja Xudan mezin û gelek tirsdar e, Kî dikare li ber xwe bide? Li Xwedê vegerin 12 Gotina Xudan ev e: “Niha bi hemû dilê xwe, Bi rojî, bi şînê û bi girînê Li min vegerin. 13 Ne cilên xwe, dilê xwe biçirînin Û li Xwedayê xwe Xudan vegerin. Çimkî ew keremdar û dilrehm e, Zû hêrs nabe, dilovaniya wî zêde ye, Dev ji cezakirinê berdide. 14 Kî dizane, belkî bizivire, dev jê berde Û ew bereketê li pey xwe dihêle. Wê gavê hûnê pêşkêşiyên dexlê û rijandinê Bidin Xwedayê xwe Xudan. 15 “Li Siyonê li boriyê bixin. Dema rojiyê diyar bikin, Civîneke mezin kifş bikin. 16 Gel bicivînin, civakê pîroz bikin. Rîspiyan bidin hev, Zarokan, heta zarokên berşîr jî bicivînin. Bila zava ji odeya xwe, Bûk jî, ji odeya xwe rabe were. 17 Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’” Bersiva Xwedê 18 Wî çaxî wê Xudan bibe xîretkêşê welatê xwe Û li ber gelê xwe bikeve. 19 Wê bersiva gelê xwe bide û bibêje: “Va ye ez dexil, şeraba nû û rûnê zeytê dişînim we Û hûnê jê têr bibin. Ezê êdî we di nav miletan de riswa nekim. 20 Ezê artêşa bakur ji we dûr bixim Û bişînim diyarê ziwa û bêkes. Ezê kesên li pêş bişînim gola rojhilat Û kesên li paş bişînim Derya Spî. Wê bêhna cendekan bilind bibe, Erê, wê bêhna pîs bilind bibe, Çimkî wan karên mezin ên kirêt kirin. 21 “Erdo netirse! Şa û dilgeş be. Çimkî Xudan karên mezin kirin. 22 Heywanên çolê, netirsin! Çimkî mêrgên çolê şîn dibin. Dar fêkiyê xwe dide, Mêw û darhejîr jî berê xwe didin. 23 Ya zarokên Siyonê şa bibin, Bi Xwedayê xwe Xudan kêfxweş bibin. Çimkî ew barana pêşî bi pîvana kamil dide we, Çawa ku berê dikir, Barana pêşî û barana paşî dibarîne. 24 Wê bênder bi genim tije bibin, Wê mehserên şerab û rûnê zeytê ser dev re bavêje. 25 Ezê bergîdana wan salan bidim Ku kuliyên pêşî, duyemîn, sêyemîn û çaremîn xwarin Ku min şandibûn ser we. 26 Hûnê heta bêje bes, bixwin û têr bibin Û pesnê Xwedayê xwe Xudan bidin Ku ji bo we keramet kirine. Êdî wê gelê min her û her neyê şermezarkirin. 27 Hûnê bizanibin ez li nav gelê Îsraêl im, Ez Xwedayê we Xudan im û yekî din tuneye. Êdî wê gelê min her û her neyê şermezarkirin. Roja Xudan 28 “Piştre ezê Ruhê xwe bi ser hemû beşerê de birijînim. Wê kur û keçên we pêxemberiyê bikin, Wê kalên we xewnan, Wê xortên we dîtiniyan bibînin. 29 Di wan rojan de ezê Ruhê xwe Bi ser xulamên jin û mêr de jî birijînim. 30 Ezê li erd û ezmanan, Nîşanên xwînê, êgir û stûnên dûyê bidim. 31 Beriya ku roja Xudan a mezin û tirsdar were, Wê roj bibe taristan û heyv jî bibe xwîn. 32 Îcar wê her kesê ku gazî navê Xudan bike rizgar bibe. Çawa ku Xudan got, Di nav kesên Çiyayê Siyonê û Orşelîmê de, Wê filitî hebin Û di nav kesên sax mane de, Wê kesên ku Xudan gazî wan bike hebin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey