Yêşû 9 - Kurmanji ÎncîlGîvonî bi hîleyê xwe rizgar dikin 1 Gava hemû padîşahên li rojavayê Çemê Şerîayê, li herêma çiyayî, li Şefêlayê û ji pêşberî Lubnanê heta keviyên Derya Spî diman –Hîtîtî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsî– ev yek bihîst, 2 ew civiyan ku bi hev re li dijî Yêşû û Îsraêliyan şer bikin. 3 Lê gava şêniyên Gîvonê tişta ku Yêşû aniye serê Erîha û Ayê bihîst, 4 wan dekbaziya hîlekariyê kir. Wan xwe wekî şandî nîşan da û tûrikên kevin, meşkên şerabê yên qelaştî û pînekirî li pişta kerên xwe kirin. 5 Di lingên wan de çaroxên kevin û pînekirî, li ser wan kincên kevin hebûn. Xwarina wan jî hişk û kûfikî bû. 6 Ew bi vî awayî hatin artêşgeha Gîlgalê, ba Yêşû. Wan ji wî û Îsraêliyan re got: “Em ji welatekî dûr hatin, em dixwazin hûn peymanekê bi me re çêkin.” 7 Lê Îsraêliyan ji Hîwiyan re got: “Dibe ku hûn li nêzîkî me rûdinin. Gelo emê çima bi we re peymanekê çêkin?” 8 Wan ji Yêşû re got: “Em xulamên te ne.” Yêşû got: “Hûn kî ne? Ji ku derê tên?” 9 Wan got: “Xulamên te ji welatekî gelekî dûr hatin. Me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîst. Me xeberên li ser wî bihîstin. Me her tiştên li Misrê kirine 10 û ya ku wî anî serê herdu padîşahên Amorî ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman; Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê yê ku li Eştarotê dima, bihîstin. 11 Rîspiyên me û hemû şêniyên welatê me ji me re got: ‘Xurek hildin û bidin rê. Pêşwaziya wan bikin û bêjin: Em xulamên we ne. Werin, bi me re peymaneke aştiyê çêkin.’ 12 Roja em rabûn ku werin ba we, ev nanê me yê ku me ji bo xwarinê anîbû germ bû. Hûn dibînin niha hişk û kûfikî bûye. 13 Ev meşkên şerabê nû bûn. Binêrin niha çawa qetiyane. Ji ber riya me ya gelekî dûr, kinc û çaroxên me jî kevin bûn.” 14 Bêyî ku pirsa fermana devê Xudan bikin, Îsraêliyan xureka wan hilda ku pêşkêşî wan kiribûn. 15 Bi vî awayî Yêşû bi wan re peymaneke aştiyê çêkir û soz da ku wan sax bihêle. Serekên civatê jî, ji wan re sond xwar. 16 Lê sê roj piştî çêkirina peymanê, ev Îsraêlî hîn bûn ku ew cîranên wan in û di nav wan de rûdiniştin. 17 Ew bi rê ketin û di roja sisêyan de gihîştin bajarên wan; Gîvon, Kefîra, Beêrot û Qîryat-Yearîmê. 18 Lê gava hatin, Îsraêliyan li van bajaran nexist. Çimkî serekên civatê bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan sond xwaribû. Li ser vê yekê tevahiya gel li dijî serekan gazinê xwe kir. 19 Lê serekan ji civatê re got: “Me bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan ji wan re sond xwar. Loma divê em dest nedin wan. 20 Ji ber sonda ku me ji wan re xwariye, ya ku emê bi wan bikin ev e: Emê wan sax bihêlin ku xezeb bi ser me de neyê.” 21 Serekan berdewam kir û got: “Sax bihêlin. Bila ji bo tevahiya civakê êzingan bibirin û avê bînin.” Çawa ku serekan got, wan wiha kir. 22 Yêşû gazî Gîvoniyan kir û got: “Ji bo çi we em xapandin! We çima got: ‘Em ji we pir dûr in’? Hûn di nav me de rûdinin. 23 Niha hûn koleyên binalet in. Wê hinek ji we her û her bibin êzingvan û avkêşên mala Xwedayê min.” 24 Wan bersiv da û got: “Ji ber ku me bi xwe jî emrê Xwedayê we Xudan li Mûsayê xulamê xwe kir bihîst. Wî li Mûsa emir kir ku ew tevahiya welatê bide we û hemû şêniyên welêt tune bike. Em ji ber canê xwe pir tirsiyan. Loma me ev yek kir. 25 Niha em di destê te de ne, keremke tişta di çavê te de rast e, bi me bike.” 26 Bi vî awayî Yêşû ew ji destê gelê Îsraêl rizgar kir û nehişt ku wan bikujin. 27 Wê rojê Yêşû ew kirin êzingvan û avkêşên gel û gorîgeha Xudan a ku wê cihê wê hilbijêre. Gîvonî heta îro jî vî karî dikin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey