Yêşû 8 - Kurmanji ÎncîlHilweşandina bajarê Ayê 1 Xudan ji Yêşû re got: “Netirse û neşikê. Rabe, hemû şervanan hilde û here bajarê Ayê. Va ye min Padîşahê Ayê, gel, bajar û welatê wî dan destê te. 2 Tiştê te anî serê Erîhayê û padîşahê wê, tê bînî serê Ayê û padîşahê wê jî. Tenê vê carê, hûn dikarin mal û heywanên wî ji bo xwe talan bikin. Li pişta bajêr kemîna xwe deynin.” 3 Yêşû hemû şervan amade kirin ku herin ser bajarê Ayê. Yêşû sî hezar şervan hilbijartin û ew bi şev şandin. 4 Wî li wan emir kir û got: “Hûnê li pişta bajêr kemîna xwe deynin. Gelekî dûrî bajêr nebin, hûn hemû hergav amade bin. 5 Ez û hemû gelê bi min re, emê nêzîkî bajêr bibin. Wekî cara berê, gava dijmin ji bajêr derket û da ser me, emê ji ber wan birevin. 6 Heta em dijmin ji bajêr dûr bixin, wê bide pey me. Wekî cara berê, wê dijmin bifikire ku em ji ber wan direvin. Lê gava em direvin, 7 hûnê ji kozik û çeperên xwe derkevin û bajêr desteser bikin. Wê Xwedayê me Xudan bajêr bide destê we. 8 Piştî we bajar stand, li gorî gotina Xudan, hûnê wî bişewitînin. Va ye, min li we emir kir.” 9 Yêşû ew şandin û ew jî ketin kemînê. Ew di navbera bajarên Bêt-Êl û Ayê de, li rojavayê bajarê Ayê ketin kozik û çeperan. Lê Yêşû wê şevê li ba gel ma. 10 Yêşû serê sibê zû rabû, gel da hev. Wî û rîspî da pêşiya gel û berê xwe da bajarê Ayê. 11 Hemû şervanên wî pê re çûn û nêzîkî bajêr bûn. Wan li bakurê bajêr artêşgeh ava kir. Di navbera wan û bajêr de newalek hebû. 12 Yêşû bi qasî pênc hezar zilam birin û ew di navbera Bêt-Êl û Ayê de, li rojavayê bajêr di kemînekê de danîn. 13 Piştre kesên li bakur artêşgeh ava kiribûn û kesên ku li rojavayê bajêr ketibûn kemînê, tevdîra xwe ya şer kir. Lê Yêşû wê şevê di newalê de meşiya. 14 Gava Padîşahê Ayê ev yek dît, serê sibê bi şêniyên bajêr re rabû. Ew çû dera pêşberî herêma Eravayê ku pêşwaziya Îsraêliyan bike. Lê padîşah nizanibû ku li pişt bajêr kemîn danîne. 15 Yêşû û hemû Îsraêlî, çawa ku beramberî wan şikestibin, ber bi beriyê ve reviyan. 16 Tevahiya gelê bajêr hat civandin ku bide pey wan. Gava wan da pey Yêşû, ew ji bajêr dûr ketin. 17 Tevahiya gelê bajarên Ayê û Bêt-Êlê da pey Îsraêliyan. Gava wan da pey Îsraêliyan, dergehên bajêr vekirî hiştin. 18 Xudan ji Yêşû re got: “Rima di destê xwe de ber bi aliyê Ayê ve bilind bike. Ez wê derê didim destê te.” Yêşû rima di destê xwe de ber bi aliyê bajêr ve bilind kir. 19 Çaxê wî destê xwe bilind kir, kesên di kemînê de ji cihê xwe rabûn, çûn û ketin bajêr. Wan bajar desteser kir û yekser agir berdayê. 20 Gava zilamên Ayê li pişt xwe zivirîn, dît ku dûyê bajêr heta ezmanan bilind dibe. Îsraêliyên ji ber wan reviyabûn jî zivirîn û da pey wan. Loma cihekî Ayî birevin nemabû. 21 Gava Yêşû û hemû kesên pê re dît ku kesên di kemînê de bajar stand, ew jî vegeriyan û wan êrîşî Ayiyan kir. 22 Kesên bajar standibû jî bi ser wan de hatin û Ayî ji herdu aliyan ve di navbera Îsraêliyan de man. Îsraêliyan ew kuştin, kesek ji wan sax nema. 23 Lê wan Padîşahê Ayê sax girt û anî ba Yêşû. 24 Paşê gelê Îsraêl hemû şêniyên Ayê ku li beriyê dabûn pey wan kuştin û tevahiya wan dan ber şûran, tevahiya gel vegeriya Ayê û kesên di bajêr de mabûn, dan ber şûran. 25 Hejmara jin û mêrên ku wê rojê ketin, duwanzdeh hezar kes bûn –tevahiya gelê Ayê. 26 Heta hemû şêniyên Ayê nehat tunekirin, Yêşû rima danenî. 27 Li gorî gotina ku Xudan li Yêşû emir kir, gelê Îsraêl tenê mal û heywanên bajêr talan kirin. 28 Yêşû bajarê Ayê şewitand û wekî ku îro jî dibe, wî kir xirbeyekî herheyî. 29 Wî Padîşahê Ayê bi darekê ve daleqand û heta êvarê li wir hişt. Gava roj çû ava wî emir kir û wan cendekê wî ji darê anî xwarê û avêt ber dergehê bajêr. Wan li ser cendek şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne. 30 Piştre Yêşû li Çiyayê Êvalê, ji Xwedayê Îsraêl Xudan re gorîgehek çêkir. 31 Çawa ku Mûsa li gelê Îsraêl emir kiriye, bi awayê ku di Nivîsa Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsandin, wî gorîgeheke ji kevirên necirandî ku amûrên hesin pê nebûne çêkir. Wan tê de qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin. 32 Li wir, li pêş gelê Îsraêl, Yêşû li ser keviran nûsxeyeke Şerîeta Mûsa nivîsand ku Mûsa jî bi xwe nivîsîbû. 33 Hemû gelê Îsraêl, bi rîspî, peywirdar û dadgerên xwe, bi xerîbên xwe jî li herdu kêlekên Sindoqa Peymana Xudan, bi awayê ku berê wan li kahinên Lêwiyî ku Sindoq hildigirin, rêz bûn. Çawa ku Mûsayê xulamê Xudan dema berê li wan emir kiribû ku ew bi vî awayî bên pîrozkirin, nîvê gel li pêşberî Çiyayê Gerizîmê û nîvê din jî li pêşberî Çiyayê Êvalê bû. 34 Piştre Yêşû hemû gotinên vê Şerîetê, bereket û naletê, bi awayê ku di Nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin xwendin. 35 Gotineke ji emrên Mûsa ya ku Yêşû li ber tevahiya civaka Îsraêl, jin, zarok û xerîbên di nav wan de nexwend jî nema. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey