Yêşû 7 - Kurmanji ÎncîlGunehê Exanê kurê Zerah 1 Lê Îsraêlî li ser tiştên ku ji Xudan re hatibûn veqetandin nedilsoz bûn. Ji eşîra Cihûda, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerah, hinek tiştên hatibûn veqetandin hildan. Li ser vê yekê Xudan li gelê Îsraêl hêrs bû. 2 Yêşû ji Erîhayê mirov şandin bajarê Ayê, yê ku ji rojhilatê Bêt-Êlê û nêzîkî Bêtawenê ye. Wî ji wan re got: “Herin û sixûriya welêt bikin.” Ew çûn ku sixûriya Ayê bikin. 3 Gava ew vegeriyan ba Yêşû, wan jê re got: “Ne hewce ye ku tevahiya gel here. Bila du-sê hezar kes herin, êrîşî Ayê bikin. Ji ber ku Bila tevahiya gel heta wê derê neweste. Hejmara wan kêm e.” 4 Îcar sê hezar kesan êrîşî bajêr kir, lê ew ji ber gelê Ayê reviyan. 5 Ayiyan bi qasî sî û şeş Îsraêlî kuştin û ji ber dergehê bajêr heta Şevarîmê da pey wan. Wan li Îsraêliyên ku berjêr bûn û reviyan xistin û kuştin. Dilê wan ji tirsa heliya û bû av. 6 Yêşû kincên xwe çirandin. Heta êvarê ew û rîspiyên gelê Îsraêl li ber Sindoqa Xudan deverû diçûn erdê û xwelî li serê xwe dikirin. 7 Piştre Yêşû got: “Ya Reb Xudan! Ma te ev gel di Çemê Şerîayê re derbas kir ku me bidî destê Amoriyan û me tune bikî? Xwezî em ji halê xwe razî bûna û li wî aliyê Çemê Şerîayê bimana! 8 Ax Rebiyo! Piştî ku Îsraêlî ji ber dijminên xwe reviyan, ezê çi bêjim! 9 Gava Kenanî û hemû şêniyên welêt vê yekê bibihîzin, wê dor li me bipêçin û navê me ji rûyê erdê rakin. Gelo tê ji bo parastina navê xwe yê mezin çi bikî?” 10 Xudan ji Yêşû re got: “De rabe! Ji bo çi tu wisa deverû çûyî erdê? 11 Îsraêliyan guneh kir. Wan peymana min a ku min li wan emir kir binpê kir û ji tiştên ku hatibûn veqetandin birin. Wan hem dizî û hem jî hîlekarî kir. Ya ku dizîn di nav tiştên xwe de veşartin. 12 Ji ber vê yekê Îsraêlî li dijî dijminên xwe li ber xwe nadin. Ew pişta xwe didin dijmin û direvin, çimkî ew bûn wekî tiştên ji bo tunekirinê hatine veqetandin. Heke hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe tune nekin, ezê êdî bi we re nebim. 13 Rabe! Gel pak bike û bêje: ‘Ji bo sibê xwe pak bikin. Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ya gelê Îsraêl! Di nav we de tiştên ku hatiye veqetandin hene, heta hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe dernexin, hûnê nikaribin li dijî dijminên xwe li ber xwe bidin.’ 14 Serê sibê hûnê li gorî eşîrên xwe herin pêş. Eşîra ku wê Xudan kifş bike, wê binemal bi binemal here pêş. Binemala ku wê Xudan kifş bike, wê mal bi mal here pêş. Ji mala ku wê Xudan kifş jî bike, wê mêrên malê herin pêş. 15 Ji ber ku wî peymana Xudan binpê kiriye û li welatê Îsraêl kirêtî kiriye, wê zilamê ku bi tiştên veqetandî hatiye girtin, bi her tiştê xwe re bê şewitandin.” 16 Yêşû serê sibê zû rabû û gelê Îsraêl li gorî eşîrên wî derxistin pêş. Ji nav wan eşîra Cihûdayê hat kifşkirin. 17 Wî binemalên Cihûdayê derxistin pêş û ji nav wan binemala Zerah hat kifşkirin. Gava Zerahî mal bi mal derketin pêş, mala Zavdî hat kifşkirin. 18 Gava Zavdî û zilamên mala wî hatin pêş, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerahê Cihûdayî hat kifşkirin. 19 Yêşû ji Exan re got: “Lawo! Rabe Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bike û li xwe mikur were. Ji min re bêje ka te çi kiriye, ji min veneşêre.” 20 Exan ji Yêşû re got: “Rast e, kesê ku li dijî Xwedayê Îsraêl Xudan guneh kir, ez im. Ya ku min kir ev e: 21 Dema min ji nav talên xiftanek xweşik ê karê Şînarê, du sed şekel zîv û pariyek zêr ê ku giraniya wê pêncî şekel e dîtin, min çav berdayê û min ew birin. Niha ew di nav konê min de, di axê de veşartî ne. Zîv di binî de ye.” 22 Yêşû qasid şandin, ew jî bi lez çûn nava kon. Her tişt di konê wî de veşartî bû û zîv di binî de bû. 23 Wan ew ji kon derxistin anîn ba Yêşû û hemû gelê Îsraêl. Wan ew li hizûra Xudan li erdê raxistin. 24 Yêşû û hemû gelê Îsraêl, Exanê kurê Zerah, zîv, xiftan, pariyê zêr, kur û keçên wî, ga û kerên wî, pezê wî, konê wî û her tiştê wî hildan û anîn Deşta Exorê. 25 Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin. 26 Paşê wan li ser wî şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne. Bi vî awayî hêrsa Xudan danî. Heta îro jî, ji wê derê re Deşta Exorê dibêjin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey