Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 6 - Kurmanji Încîl


Hilweşandina Erîhayê

1 Dergehên Erîhayê ji ber gelê Îsraêl, bi awayekî zexim hatibûn girtin. Ne kes diket hundir, ne jî derdiket.

2 Xudan ji Yêşû re got: “Va ye, min Erîhayê, padîşah û mêrxasên wir da destê te.

3 Hûn kesên şervan li dora bajêr bigerin. Ji bo şeş rojan, wê hemû şervan carekê li dora bajêr bimeşin.

4 Wê heft kahinên ku heft boriyên qiloçên beranan hildidin li pêş sindoqê herin. Di roja heftan de hûnê heft caran li dora bajêr bimeşin û wê kahin li boriyê bixin.

5 Gava ew bi dirêjî li boriyên qiloçên beranan bixin, hema wê gavê wê tevahiya gel bi dengê bilind biqîre. Bi vî awayî wê sûrên bajêr di cihê xwe de hilweşin. Wî çaxî herkes ji dera ku tê de ye, wê bikeve bajêr.”

6 Yêşûyê kurê Nûn gazî kahinan kir û ji wan re got: “Sindoqa Peymanê hildin. Bila heft kahin li pêş Sindoqa Xudan heft boriyên qiloçên beranan hildin.”

7 Piştre ji gel re got: “Rabin, li dora bajêr bimeşin û bila çekdar bidin pêşiya Sindoqa Xudan.”

8 Çawa ku Yêşû ji gel re got, heft kahinên ku boriyên qiloçên beranan hildidan, li boriyê xist û da pêşiya Xudan. Sindoqa Peymana Xudan li pey wan çû.

9 Çekdaran da pêşiya kahinan ku li boriyê dixist. Gava wan li boriyê dixist, kesên paş jî da pey sindoqê.

10 Yêşû li gel emir kir û got: “Heta roja ku ez bêjim biqîrin, nekin gazî û qîrîn, bila gotinek jî, ji devê we dernekeve. Gava ez bêjim, hûnê wî çaxî biqîrin.”

11 Loma Sindoqa Xudan carekê li dora bajêr geriya. Piştre gel vegeriya artêşgehê û şeva xwe li wê derê derbas kir.

12 Dotira rojê Yêşû serê sibê zû rabû û kahinan Sindoqa Xudan hilda.

13 Heft kahinên ku boriyên qiloçên beranan hildidan, dabû pêşiya Sindoqa Xudan û li boriyê dixist. Gava wan li boriyê dixist, zilamên çekdar jî li pêşiya wan diçûn û kesên paş li pey Sindoqa Xudan diçûn.

14 Bi vî awayî roja diduyan carekê li dora bajêr geriyan û vegeriyan artêşgehê. Wan şeş rojan wiha kir.

15 Roja heftan ew serê sibê zû rabûn û heft caran li dora bajêr geriyan. Tenê wê rojê ew heft caran li dora bajêr geriyan.

16 Cara heftan, gava kahinan li boriyê xist, Yêşû ji gel re got: “Biqîrin, çimkî Xudan bajar da we.

17 Wê bajar û her tiştê tê de ji bo xerakirinê, ji Xudan re bên veqetandin. Wê tenê Rahava fahîşe û hemû kesên pê re ku di mala wê de ne, bijîn. Çimkî wê qasidên me veşartin.

18 Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.

19 Hemû zêr û zîv, tiştên tûnc û hesin ji Xudan re pîroz in. Wê herin xezîneya Xudan.”

20 Gel qîriya û kahinan li boriyê xist. Gava dengê boriyan bihîstin, gel hê bêtir qîriya û dîwar di cihê xwe de hilweşiyan. Wê gavê her kes ji dera ku tê de ye ket bajêr û bajar desteser kir.

21 Piştre her tiştê bajêr da ber şûran û bi tevahî tune kir; jin û mêr, xort û kal, ga, pez û keran.

22 Yêşû ji du kesên ku sixûriya welêt kir re got: “Herin mala fahîşê û çawa ku we jê re sond xwariye, wê û hemû maliyên wê derxin.”

23 Herdu sixûr ketin hundir û Rahav, bavê wê, diya wê, birayên wê, hemû maliyên wê û her tiştên wê anîn derve. Wan ew birin nêzîkî artêşgeha gelê Îsraêl.

24 Wan bajar û hemû kesên tê de şewitandin. Lê wan zêr û zîv û tiştên tûnc û hesin danîn xezîneya Mala Xudan.

25 Yêşû Rahava fahîşe, maliyên bavê wê û hemû maliyên wê sax hiştin. Jinik heta îro jî di nav gelê Îsraêl de rûdine. Çimkî wê qasidên Yêşû şandin ku sixûriya Erîhayê bikin, veşartibûn.

26 Piştre Yêşû sond xwar û got: “Kesê ku vî bajarî, Erîhayê ji nû ve ava bike, naleta Xudan lê be. Wê bi mirina kurê xwe yê mezin hîmê bajêr deyne û bi kuştina kurê xwe yê biçûk dergehên bajêr daçikîne.”

27 Xudan bi Yêşû re bû û nav û dengê wî li seranserê herêmê belav bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan