Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 5 - Kurmanji Încîl

1 Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya.


Sinetbûn û Cejna Derbasbûna li Gîlgalê

2 Wê gavê Xudan ji Yêşû re got: “Ji bo xwe, ji kevir kêran çêke û Îsraêliyan wekî berê sinet bike.”

3 Bi vî awayî Yêşû rabû ji xwe re ji kevir kêr çêkirin û li Gîvat-Eralotê Îsraêlî sinet kirin.

4 Sedema ku Yêşû ew sinet kirin ev bû: Hemû mêrên Îsraêlî yên ji Misrê derketibûn, hemû şervanên wan, piştî ku ji Misrê derketibûn, di rêwîtiya beriyê de miribûn.

5 Hemû mêrên ji Misrê derketibûn sinetbûyî bûn, lê kesên ku piştî derketina ji Misrê di rêwîtiya beriyê de hatin dinyayê sinet nebûbûn.

6 Çil salan, heta ku tevahiya gel û şervanên ji Misrê derketibûn mirin, Îsraêlî li beriyê geriyan. Wan guhdariya dengê Xudan nekir û Xudan sond xwar ku wê welatê ku şîr û hingiv jê diherike û ji bav û kalên me re soz dabû ku wê bide me, nîşanî wan nede.

7 Xudan li cihê wan, zarokên wan mezin kirin û Yêşû ew zarok sinet kirin. Çimkî zarok di rê de sinet nebûbûn.

8 Loma hemû mêr hatin sinetkirin û heta birînên wan baş bûn li artêşgehê man.

9 Xudan ji Yêşû re got: “Min şerma koletiya Misrê îro ji ser we rakir û gêr kir.” Loma heta îro jî, ji wê derê re Gîlgal tê gotin.

10 Gava gelê Îsraêl li Gîlgala li Deştên Erîhayê kon vedabû ango di êvara çardehê mehê de, Cejna Derbasbûnê pîroz kir.

11 Wan heta êvara din ango di nava rojekê de, ji berê welêt, nanê şikeva û simbilên qelandî xwarin.

12 Piştî ku wan ji berê welêt xwar, dotira rojê man qut bû. Ji ber ku man qut bû gelê Îsraêl wê salê berê welatê Kenanê xwar.


Ketina Erîhayê

13 Gava Yêşû nêzîkî Erîhayê bû, serê xwe rakir û dît, yekî ku şûrê xwe kişandiye li pêşiya wî disekine. Yêşû çû ba wî û jê re got: “Tu ji me yî yan ji dijmin î?”

14 Wî got: “Ne yek im jî, ez fermandarê artêşa Xudan im. Nû hatim.” Yêşû deverû çû erdê, perizî û got: “Ezbenî, emrekî te li xulamê te heye?”

15 Fermandarê artêşa Xudan ji Yêşû re got: “Çaroxa xwe ji piyên xwe derxe. Çimkî cihê tu pê lê dikî, pîroz e.” Yêşû bi ya wî kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan