Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 4 - Kurmanji Încîl


Kevirên ji Çemê Şerîayê

1 Piştre tevahiya gel Çemê Şerîayê derbas kir, Xudan ji Yêşû re wiha got:

2 “Ji her duwanzdeh eşîrên Îsraêl, ji her eşîrekê kesekî ji nav gel hilbijêrin.

3 Li wan emir bikin û bêjin: ‘Ji vir, ji nav Çemê Şerîayê, ji dera ku lingên kahinan sekinîbûn, duwanzdeh keviran hildin, bi xwe re bibin û wan deynin dera hûnê şevê lê derbas bikin.’”

4 Bi vî awayî Yêşû gazî duwanzdeh zilaman kir ku her yekî ji wan ji eşîreke Îsraêl hatibû hilbijartin.

5 Yêşû ji wan re got: “Herin nav Çemê Şerîayê, pêşiya Sindoqa Peymana Xwedayê me Xudan û li gorî hejmara eşîrên Îsraêl, her yek ji we kevirekî deyne ser milê xwe.

6 Bila ev ji bo we nîşanek be. Sibê wê zarokên we ji we re bêjin: ‘Ev çi kevir in?’

7 Wî çaxî hûnê ji wan re bêjin: ‘Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xudan hat birîn. Erê gava Sindoqa Peymanê derbas dibû, av hat birîn. Ev kevir wê her û her ji bo gelê Îsraêl bîranîna vê yekê bin.’”

8 Çawa ku Yêşû emir kir, gelê Îsraêl wiha kir. Çawa ku Xudan ji Yêşû re gotibû, Îsraêliyan li gorî hejmara eşîrên xwe, ji nav Çemê Şerîayê duwanzdeh kevir hildan û bi xwe re birin dera ku wê şeva xwe derbas bikin û li wir kom kirin.

9 Herwiha Yêşû di nava Çemê Şerîayê de, li cihê ku lingên kahinên Sindoqa Peymanê hildigirin disekinîn, duwanzdeh kevir daçikandin. Ev kevir îro jî li wê derê ne.

10 Heta her tişta Xudan li Yêşû emir kiribû ku ji gel re bêje pêk hat, kahinên sindoq hildigirin di navenda çêm de sekinîn. Her tişta ku Mûsa li Yêşû emir kiribû pêk hat. Gel jî yekser çêm derbas kir.

11 Piştî ku tevahiya gel çem derbas kir, Sindoqa Xudan û kahin ketin pêşiya gel.

12 Çawa ku Mûsa li wan emir kiribû, eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe bi çekên xwe hatin pêşiya gelê Îsraêl.

13 Kêm û zêde çil hezar mirovên çekdar, ji bo şer li pêş Xudan hatin deştên Erîhayê.

14 Wê rojê Xudan Yêşû di çavê hemû gelê Îsraêl de mezin kir. Çawa ku di tevahiya emrê Mûsa de wan qedir da wî, wisa jî qedir da Yêşû.

15 Xudan ji Yêşû re gotibû:

16 “Li kahinên ku Sindoqa Şahidiyê hildigirin emir bike ku ji Çemê Şerîayê derkevin.”

17 Yêşû li kahinan emir kiribû û gotibû: “Ji Çemê Şerîayê derkevin.”

18 Bi vî awayî kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin ji nav Çemê Şerîayê derketin û gava binê lingên wan li erdê ziwa ket, ava çêm wekî berê herikî û kevî dan ber xwe.

19 Di roja dehê meha pêşî de gel Çemê Şerîayê derbas kir û li Gîlgala li herêma rojhilatê Erîhayê kon veda.

20 Yêşû, duwanzdeh kevirên ku ji Çemê Şerîayê hildabû li Gîlgalê daçikandin.

21 Wî ji gelê Îsraêl re got: “Sibê wê zarokên we bibêjin: ‘Ev çi kevir in?’

22 Wî çaxî hûnê ji wan re bibêjin: ‘Gelê Îsraêl di Çemê Şerîayê re, di dera ziwa re derbas bû.

23 Çawa ku Xwedayê we Xudan heta ku me Derya Sor derbas kir, ew der ziwa kir, wisa jî Xwedayê we Xudan heta me Çemê Şerîayê derbas kir, ew der jî ziwa kir.

24 Bi vî awayî bila hemû gelên dinyayê bizanibin destê Xudan hêzdar e û hûn jî hergav ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan