Yêşû 24 - Kurmanji ÎncîlLi Şexemê nûkirina peymanê 1 Yêşû hemû eşîrên Îsraêl li Şexemê civandin. Wî gazî rîspî, serek, dadger û peywirdarên Îsraêliyan kir û ew li pêşberî Xwedê sekinîn. 2 Yêşû ji tevahiya gel re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Dema berê, di dema Têrahê bavê Îbrahîm û Nahor de jî bav û kalên we li aliyê din ê Feratê rûdiniştin û xulamiya îlahan dikirin. 3 Lê min Îbrahîmê bavkalê we ji aliyê din ê çêm hilda û li tevahiya Kenanê gerand. Min ziriyeta wî zêde kir û Îshaq dayê. 4 Min Aqûb û Esaw jî dan Îshaq. Min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw, lê Aqûb û kurên wî çûn Misrê. 5 Piştre min Mûsa û Harûn şandin, bela anîn ser Misrê û hûn ji wir deranîn. 6 Çaxê min bav û kalên we ji Misrê deranîn, ew hatin ber deryayê. Misrî heta Derya Sor bi siwarî û erebeyên şer da pey bav û kalên we. 7 Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man, 8 min hûn anîn welatê Amoriyên ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman. Wan li dijî we şer kir, min ew dan destê we û we welatê wan ji xwe re kir milk. Min ew ji pêş we tune kirin. 9 Balaqê kurê Sîpporê Padîşahê Moavê rabû û li dijî gelê Îsraêl şer kir. Wî şand pey Balamê kurê Beor ku naletê li we bîne. 10 Lê min guhdariya Balam nekir. Bi ser de wî hûn pîroz û bereket dikirin. Bi vî awayî min hûn ji destê wî rizgar kirin. 11 Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbas bûn û hatin Erîhayê, gelê Erîhayê li dijî we şer kir. Wisa jî Amorî, Perîzzî, Kenanî, Hîtîtî, Gîrgaşî, Hîwî û Yevûsiyan li dijî we şer kir. Min ew hemû dan destê we. 12 Min ji pêşiya we mozebeş şandin û wan herdu padîşahên Amoriyan ji ber we qewitandin. Ev yek bi şûr û kevanê we çênebû! 13 Bi vî awayî min welatê ku we di ber de keda xwe nedaye û bajarên ku we ava nekirine da we û hûn di wan de rûdinin. Hûn ji rez û zeytûnên ku we nedanîne dixwin.’ 14 “Loma niha ji Xudan bitirsin. Bi kamilî û dilsozî jê re xulamiyê bikin. Îlahên ku bav û kalên we li aliyê din ê Çemê Feratê û li Misrê xulamiya wan dikirin bavêjin û xulamiya Xudan bikin. 15 Heke niha xulamiya Xudan li ber çavê we ne baş be, divê hûn îro hilbijêrin ka hûnê xulamiya kê bikin. Gelo hûnê xulamiya îlahên bav û kalên we bikin ku li aliyê din ê Çemê Feratê xulamî dikirin? An hûnê xulamiya îlahên Amoriyan bikin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin!” 16 Gel lê vegerand û got: “Bila berdana Xudan û xulamiya îlahan ji me dûr be! 17 Çimkî Yê ku em û bav û kalên me ji welatê Misrê û ji warê koletiyê deranîn Xwedayê me Xudan e. Wî li ber çavê me nîşanên mezin diyar kirin. Wî di hemû riya em tê de meşiyan û di nav hemû gelên em derbas bûn de em parastin. 18 Xudan ji pêş me Amorî û hemû miletên ku li welêt rûdinin qewitandin. Emê ji Xudan re xulamiyê bikin. Ew Xwedayê me ye.” 19 Yêşû ji gel re got: “Hûn nikarin xulamiya Xudan bikin. Çimkî ew Xwedayekî pîroz e. Ew Xwedayekî xîretkêş e. Ew guneh û neheqiyên we bi hêsanî nabexişîne. 20 Heke hûn dev ji Xudan berdin û xulamiya îlahên xerîb bikin, tevî ku bi we re qenciyê kiriye jî, wê berê xwe ji we bizivirîne, xerabiyê bi we re bike û we biqedîne.” 21 Gel ji Yêşû re got: “Na! Emê tenê ji Xudan re xulamiyê bikin.” 22 Loma wî ji gel re got: “Hûn bi xwe şahid in. We ji bo xwe Xudan hilbijart ku hûn jê re xulamiyê bikin.” Wan got: “Erê, em şahid in.” 23 Yêşû got: “Loma niha îlahên xerîb ên di nav we de ne bavêjin û dilê xwe bidin Xwedayê Îsraêl Xudan.” 24 Gel ji Yêşû re got: “Emê xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin û guh bidin dengê wî.” 25 Bi vî awayî Yêşû wê rojê li Şexemê bi gel re peymanekê çêkir û ji bo wan qanûn û rêbaz kifş kirin. 26 Yêşû ev gotin di Nivîsa Şerîeta Xudan de jî nivîsandin. Wî kevirekî mezin hilda, ew li wê derê, li ber darberûya li ba Pîrozgeha Xudan çikand. 27 Yêşû ji tevahiya gel re got: “Va ye ev kevir, wê ji me re bibe şahid. Çimkî wî hemû gotinên ku Xudan ji me re gotin bihîstin. Heke hûn bi Xwedayê xwe re dilsoz nebin, wê ev kevir li dijî we bibe şahid.” 28 Piştre Yêşû gel şand ser mîrasên wan. Mirina Yêşûyê Pêxember ( Dadger 2:6-9 ) 29 Piştî van tiştan, Yêşûyê kurê Nûnê xulamê Xudan di sed û deh saliya xwe de mir. 30 Wan ew di axa mîrasa wî de, li Tîmnat-Serahê veşart ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê, li bakurê Çiyayê Gaeşê ye. 31 Di tevahiya emrê Yêşû û tevahiya emrê rîspiyên ku hemû kirinên Xudan ji bo gelê Îsraêl kirine zanibûn û piştî Yêşû sax mane de, gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir. 32 Hestiyên Ûsiv ên ku Îsraêliyan ji Misrê bi xwe re anîbûn, li zeviya Aqûb a li Şexemê veşartibûn. Aqûb ev zevî ji kurên Hamorê bavê Şexem, bi sed perçe zîvî kirîbû. Bi vî awayî ev der bû milkê ziriyeta Ûsiv. 33 Êlezarê kurê Harûn mir û wan ew li Gîvayê veşart. Ew der li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû ku dabû Pînehasê kurê wî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey