Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 22 - Kurmanji Încîl


Eşîrên rojhilat vedigerin welatên xwe

1 Yêşû eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe civandin.

2 Wî ji wan re got: “Hemû tiştên ku Mûsayê xulamê Xudan li we emir kir, we pêk anîn. We di her tiştî de guhdariya dengê min jî kir.

3 Heta îro, di van gelek rojan de we birayên xwe tenê nehiştin û we peywira Xwedayê xwe Xudan pêk anî ku li we emir kiriye.

4 Va ye, çawa ku ji wan re gotibû, Xwedayê we Xudan aramî da birayên we. Niha rabin û vegerin konên xwe û welatê mîrasa xwe yê li aliyê din ê Çemê Şerîayê ku Mûsayê xulamê Xudan daye we.

5 Hay jê hebin ku hûn emir û Şerîeta Mûsayê xulamê Xudan li we kiriye baş pêk bînin. Ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, di riya wî de bimeşin, emrên wî pêk bînin, pê re dilsoz bin û bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe xulamiya wî bikin.”

6 Bi vî awayî Yêşû ew pîroz û bereket kirin û paşê jî bi rê kirin. Ew vegeriyan konên xwe.

7 Mûsa li Başanê ax dabû nîveşîra Minaşşe, lê ji bo nîv-para mayî Yêşû li rojavayê Çemê Şerîayê, di nav birayên wan de ax dabû wan. Gava Yêşû ew pîroz kirin û şandin konên wan,

8 wî ji wan re got: “Bi dewlemendiyeke mezin, bi gelek pez û dewaran, bi zêr û zîv, bi tûnc û hesin û bi gelek cilûbergan vegerin konên xwe. Talanê dijminên xwe bi birayên xwe re parve bikin.”

9 Bi vî awayî eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe, ji Şîloya ku li axa Kenanê ye, ji ba Îsraêliyan rabûn û çûn. Ew çûn axa Gîladê, axa mîrasa xwe ku li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hatiye dayîn, standibû.

10 Çaxê eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe gihîştin herêma Çemê Şerîayê ya ku li axa Kenanê dimîne, li ber çêm gorîgeheke mezin û biheytehol çêkir.

11 Îsraêliyan bihîst ku eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe di nav sînorên axa Kenanê de, li kêleka Çemê Şerîayê, li ser axa Îsraêliyan gorîgehek çêkiriye.

12 Gava wan ev yek bihîst, tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya ku li dijî wan şer bike.

13 Gelê Îsraêl Pînehasê kurê Êlezarê Kahin şand Gîladê, ba eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe.

14 Wan pê re deh serek şandin ku her yek ji wan ji eşîrekê bû. Her yekî ji wan di nav eşîrên Îsraêl de serekê malbata xwe bû.

15 Ew hatin axa Gîladê, ba eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe û wan got:

16 “Tevahiya civaka Xudan vê dibêje: ‘We îro bi çêkirina vê gorîgehê bi Xwedayê Îsraêl re nedilsozî kir û dev ji riya wî berda. Ev çi nedilsozî ye ku hûn li dijî Xwedayê Îsraêl dikin?

17 Ma gunehê Peor têrê nekir ku me hê jî xwe jê paqij nekiriye û ji rûyê wî bela tê serê civaka Xudan?

18 Hûnê jî îro dev jê berdin û terka Xudan bikin? Heke hûn îro serî li dijî Xudan rakin, wê sibê Xudan li tevahiya civaka Îsraêl hêrs bibe.

19 Heke welatê hûn li ser in ne paqij e, derbasî welatê Xudan ê ku Meskenê Xudan li wir e bibin û di nav me de bibin xweyî milk. Ji bilî gorîgeha Xwedayê xwe Xudan tu gorîgehan ji xwe re çênekin. Li dijî Xudan û li dijî me serî ranekin.

20 Ma Exanê kurê Zerah di tiştên ji Xudan re hatine veqetandin de nedilsozî nekir û xezeb bi ser tevahiya civaka Îsraêl de nehat? Jixwe ji ber sûcê xwe, ew tenê helak nebû!’”

21 Eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe bersiva serekên binemalên Îsraêlî da û got:

22 “Xwedayê Herî Mezin Xudan! Erê, Xwedayê Herî Mezin Xudan vê yekê dizane û bila Îsraêl jî bizanibe! Heke ya ku me kiriye li dijî Xudan serhildan an jî nedilsozî be, bila Xudan îro me nehêle.

23 Heke me gorîgeh ji bo xwe, ji bo ku em dev ji Xudan berdin û li ser qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiyên aştiyê pêşkêş bikin çêkiribe, bila Xudan hesabê vê ji me bipirse.

24 Me ev ji tirsê kir ku sibê zarokên we ji zarokên me re nebêjin: ‘Ma çi têkiliya we bi Xwedayê Îsraêl Xudan re heye?

25 Rûbênîno! Gadîno! Xudan Çemê Şerîayê di navbera me û we de kir sînor. Tu para we li ba Xudan tuneye.’ Bi vî awayî zarokên we dikarin nehêlin ku zarokên me jî biperizin Xudan.

26 Loma me got: ‘Em ji xwe re gorîgehekê çêkin ku ne ji bo qurbanên şewitandinê yan jî qurbanên din e.’

27 Bila di navbera me û we de û piştî me di navbera ziriyetên me de bibe şahid. Bi vî awayî emê li gorîgeha Xudan, bi qurbanên şewitandinê, qurban û pêşkêşiyên aştiyê biperizin Xudan. Wê zarokên we jî sibê ji zarokên me re nebêjin: ‘Tu pareke we li ba Xudan tuneye.’

28 Herwiha me di dilê xwe got ku heke sibê ji me re yan ji zarokên me re tiştekî wiha bêjin, emê jî bêjin: ‘Li mînaka gorîgeha ku bav û kalên me ji Xudan re çêkiriye binêrin. Ev ne ji bo qurbanên şewitandinê yan jî qurbanên din e. Lê di navbera me û we de şahidiyek e.’

29 Serhildana li dijî Xudan, averêbûna ji riya wî, ji bo qurbana şewitandinê, pêşkêşiya dexlê û qurbanên din, ji bilî gorîgeha Xwedayê me Xudan a ku li ber meskenê wî ye, çêkirina gorîgeheke din, bila ji me dûr be.”

30 Gava Pînehasê Kahin û rêberên civakê, ango serekên binemalên gelê Îsraêl ên ku gotinên eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe got bihîstin, ev yek di çavê wan de baş bû.

31 Li ser vê yekê Pînehasê kurê Êlezarê Kahin ji eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe re got: “Îro em dizanin ku Xudan di nav me de ye, çimkî we pê re nedilsozî nekir. Bi vî awayî we gelê Îsraêl ji destê Xudan rizgar kir.”

32 Pînehasê kurê Êlezarê Kahin û serekên pê re ne, ji axa Gîlada Gadî û Rûbêniyan li axa Kenanê vegeriyan ba gelê Îsraêl. Wan ya bûyî ji wan re got.

33 Ev yek di çavê wan de jî baş bû û wan pesnê Xudan da. Wan êdî behsa êrîşkirin û xerakirina axa ku Gadî û Rûbênî li ser rûdinin nekir.

34 Eşîrên Gad û Rûbên navê gorîgehê “Şahid” danî û got: “Ev di navbera me de şahid e ku Xudan, Xwedê ye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan