Yêşû 21 - Kurmanji ÎncîlBajarên ji eşîra Lêwî re hatin veqetandin ( Dîrok I, 6:54-80 ) 1 Serekên binemalên Lêwiyiyan hatin ba Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl 2 û wan li axa Kenanê, li Şîloyê ji wan re got: “Xudan bi riya Mûsa emir kir ku bajarên em lê rûnin û mêrgên em heywanên xwe lê biçêrînin bidin me.” 3 Loma li ser fermana devê Xudan, Îsraêliyan ji mîrasa xwe ev bajar û mêrgên wan dan Lêwiyiyan. 4 Pişk li binemalên Qohatiyan ket. Lêwiyiyên kurên Harûnê Kahin, bi riya pişkê ji eşîrên Cihûda, Şimûn û Binyamîn sêzdeh bajar standin. 5 Qohatiyên din bi riya pişkê ji binemalên eşîrên Dan, Efrayîm û nîveşîra Minaşşe deh bajar standin. 6 Gêrşoniyan bi riya pişkê ji binemalên eşîrên Aşêr, Neftelî, Îssexar û nîveşîra Minaşşe ya li Başanê sêzdeh bajar standin. 7 Binemalên Mêrariyiyan ji eşîrên Gad, Rûbên û Zevûlon duwanzdeh bajar standin. 8 Çawa ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribû, Îsraêliyan ev bajar û mêrgên wan bi riya pişkê dan Lêwiyiyan. 9 Navên bajarên ku wan ji eşîrên Cihûda û Şimûn dan wan ev bûn 10 ku li binemalên Qohat ên ku Lêwiyî û kurên Harûn in ketin. Çimkî pişka pêşî li wan ket. 11 Wan li herêma çiyayî ya Cihûdayê Qîryat-Arbaya ku navê xwe ji bavkalê Enaqiyan Arbayê distand –ku Hevron e– û mêrgên dora wî dan wan. 12 Lê zevî û gundên bajêr, bi milkî dan Kalêvê kurê Yefûnne. 13 Wan ev der dan kurên Harûnê Kahin: Hevrona bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî, Lîvna û mêrgên wî, 14 Yattîr û mêrgên wî, Eştemoa û mêrgên wî, 15 Holon û mêrgên wî, Devîr û mêrgên wî, 16 Eyîn û mêrgên wî, Yûtta û mêrgên wî, Bêtşemeş û mêrgên wî; ji du eşîran neh bajar, 17 ji eşîra Binyamîn, Gîvon û mêrgên wî, Geva û mêrgên wî, 18 Enatot û mêrgên wî, Elmon û mêrgên wî; çar bajar. 19 Bajarên kurên Harûn –ku kahin in– li ser hev sêzdeh bajar û mêrgên wan bûn. 20 Wan ev bajar ji eşîra Efrayîm bi riya pişkê dan Qohatiyên din ên ji Lêwiyiyên binemalên Qohatiyan: 21 Şexema bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî yên li herêma çiyayî ya Efrayîmê, Gezer û mêrgên wî, 22 Qîvsayîm û mêrgên wî û Bêthoron û mêrgên wî; çar bajar, 23 ji eşîra Dan, Êlteqe û mêrgên wî, Gîbbeton û mêrgên wî, 24 Ayalon û mêrgên wî û Gat-Rîmmon û mêrgên wî; çar bajar, 25 ji nîveşîra Minaşşe, Taenax û mêrgên wî û Gat-Rîmmon û mêrgên wî; du bajar. 26 Bajarên ku ji binemalên Qohatiyên din, li ser hev deh bajar û mêrgên wan bûn. 27 Wan ev der ji para nîveşîra Minaşşe dan Gêrşoniyên ku yek ji binemalên Lêwiyiyan in: Golana bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Başanê û Beeştera û mêrgên wî; du bajar, 28 ji eşîra Îssexar, Qîşyon û mêrgên wî, Daverat û mêrgên wî, 29 Yarmût û mêrgên wî û Eyn-Gannîm û mêrgên wî; çar bajar, 30 ji eşîra Aşêr, Mîşal û mêrgên wî, Evdon û mêrgên wî, 31 Helqat û mêrgên wî û Rehov û mêrgên wî; çar bajar, 32 ji eşîra Neftelî, Qedeşa bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Celîleyê, Hammot-Dor û mêrgên wî û Qartan û mêrgên wî; sê bajar. 33 Bajarên binemalên Gêrşoniyan, li ser hev sêzdeh bajar û mêrgên wan bûn. 34 Wan ev der ji para eşîra Zevûlon dan Lêwiyiyên mayî ango binemalên Mêrariyiyan: Yoqneam û mêrgên wî, Qarta û mêrgên wî, 35 Dîmna û mêrgên wî, Nahalal û mêrgên wî; çar bajar, 36 ji eşîra Rûbên, Beser û mêrgên wî, Yahsa û mêrgên wî, 37 Qedêmot û mêrgên wî, Mefaet û mêrgên wî; çar bajar, 38 ji eşîra Gad, Ramota Gîlada bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî, Mahanayîm û mêrgên wî, 39 Heşbon û mêrgên wî, Yazêr û mêrgên wî; li ser hev çar bajar. 40 Bajarên ku bi riya pişkê ji binemalên Mêrariyiyên mayî yên ji binemalên Lêwiyiyan re hatin dayîn, duwanzdeh bajar bûn. 41 Bajarên Lêwiyî yên di nav welatê Îsraêl de li ser hev çil û heşt bajar û mêrgên wan bûn. 42 Li derdora van hemû bajaran mêrg hebûn, bajarekî bêmêrg tunebû. 43 Bi vî awayî Xudan tevahiya welêt da bav û kalên Îsraêliyan ku ji wan re sond xwar. Îsraêliyan jî ew ji xwe re kirin milk û tê de rûniştin. 44 Çawa ku wî ji bav û kalên wan re sond xwaribû, Xudan ji her alî ve aramî da wan. Ji dijminên wan, tu kes li ber wan nesekinî. Xudan hemû dijminên wan dan destê wan. 45 Tu gotina Xudan a ku wî dabû Mala Îsraêl vala derneket. Hemû pêk hatin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey