Yêşû 20 - Kurmanji ÎncîlBajarên Sitargehê ( Hejmartin 35:9-34 ; Dubarekirina Şerîetê 4:41-43 ; 19:1-14 ) 1 Xudan ji Yêşû re got: 2 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Çawa ku min bi riya Mûsa li wan emir kir bajarên sitargehê kifş bikin 3 ku kesê bi şaşî û bêyî hemdê xwe bûbe sedema mirina kesekî, bireve wir. Wê ji bo we dereke sitargehê hebe ku hûnê ji ber kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne birevin wir. 4 Kesê ku bûye sedema mirina kesekî, wê bireve yek ji van bajaran û li ber dergehê bajêr rewşa xwe ji rîspiyên bajêr re bêje. Paşê wê wî kesî bînin bajêr, cihekî bidinê û wê li ba wan bimîne. 5 Heke kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne, bide pey kesê ku bûye sedema mirinê, bila rîspiyên bajêr wî teslîm nekin. Çimkî ji berê ve ew ne kîndarê cîranê xwe bûye û ew bêyî hemdê xwe bûye sedema mirina wî. 6 Kesê bûye sedema mirinê, heta li ber civatê were dîwankirin û heta mirina serkahinê wê demê, wê li wî bajarî bimîne. Piştre dikare vegere bajarê xwe yê ku jê reviyaye û here mala xwe.’” 7 Bi vî awayî wan li Celîleyê, li herêma çiyayî ya Nefteliyê bajarê Qedeşê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê û li herêma çiyayî ya Cihûdayê bajarê Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– veqetandin. 8 Herwiha wan li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojhilatê Erîhayê, Besera bajarê Rûbêniyan a li deşta beriyê, li Gîladê bajarê Ramota Gadiyan û li nav sînorê Minaşşeyiyan bajarê Golana li Başanê kifş kirin. 9 Ji bo hemû gelê Îsraêl û xerîbên di nav xwe de ne ku li welêt bi şaşî bûne sedema mirina kesekî, birevin û bi destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne ve bêyî dîwankirina li civatê neyên kuştin, ev bajar hatin kifşkirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey