Yêşû 2 - Kurmanji ÎncîlRahav û sixûr 1 Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man. 2 Wan ji Padîşahê Erîhayê re wiha got: “Îşev hinek Îsraêlî hatin ku li ser welatê me lêkolînê bikin.” 3 Li ser vê yekê Padîşahê Erîhayê, ji Rahavê re xeber şand û got: “Zilamên li mala te dimînin derxe derve. Çimkî ew hatine li ser tevahiya welêt lêkolînê bikin.” 4 Rahava ku herdu zilam veşartibûn, got: “Rast e, du zilam hatibûn ba min, lê min nizanibû ji ku bûn. 5 Gava tarî ket erdê û dergehê bajêr li ber girtinê bû, çûn. Ez nizanim ew çûn ku derê. Zû bidin pey wan, hûnê bigihîjin wan.” 6 Ya rast jinikê ew derxistibûn ser xênî û bi gurzikên kitanên ser xênî ew veşartibûn. 7 Zilamên padîşah heta bihorên Çemê Şerîayê ketibûn pey şopa wan. Piştî ew ji bajêr derketibûn, dergeh hatibû girtin. 8 Beriya ku ew razên, jinik rabû çû ser xênî ba wan. 9 Ji wan re got: “Ez dizanim ku Xudan welat daye we. Tirs û sawa we ketiye ser me hemûyan. Hemû şêniyên welêt ji tirsa we dihelin. 10 Çimkî me bihîst gava hûn ji Misrê derketin, çawa Xudan ava Derya Sor li ber we ziwa kir û we bi çi awayî li rojhilatê Çemê Şerîayê, Sîhon û Ogê padîşahên Amorî bi tevahî tune kirin. 11 Gava me bihîst, dilê me heliya. Ji ber we êdî bi tu kesî re derman nema. Çimkî Xwedayê we Xudan hem li jor li ezmanan, hem jî li jêr li ser rûyê erdê Xwedê ye. 12 Niha ez ji we lava dikim, bi navê Xudan sond bixwin, madem min qencî bi we kir, hûn jî qenciyê bi mala bavê min bikin. Nîşaneke dilsoziyê bidin min 13 ku hûnê bavê min, diya min, birayên min, xwişkên min û hemû kesên wan sax bihêlin û canên me ji mirinê rizgar bikin.” 14 Zilaman jê re got: “Heke hûn ya ku em dikin eşkere nekin, bila canê me di ber we de be. Gava Xudan ev welat da me, emê dilsozî û dilovaniya xwe nîşanî te bidin.” 15 Xaniyê Rahavê di nav sûrên bajêr de bû, loma wê ew bi werîs ji pencereyê daxistin. 16 Wê ji wan re got: “Herin herêma çiyayî! Yan na kesên dane pey we, wê we bibînin. Heta ew vegerin sê rojan li vir xwe veşêrin. Piştre bi riya xwe ve herin.” 17 Zilaman jê re got: “Emê sonda ku me ji te re xwar pêk bînin. 18 Lê gava em ketin welêt, divê tu vî tayê sor bi pencereya ku te em jê daxistin ve girê bidî. Tê bavê xwe, diya xwe, birayên xwe û hemû maliyên bavê xwe li mala xwe bicivînî. 19 Çi kesê ku ji deriyê malê derkeve derve, wê bibe sedema mirina xwe û emê bêrî bin. Lê wê xwîna wî kesî li ser me be ku bi te re li malê dimîne û zirarek tê serî. 20 Heke tu vê kirina me eşkere bikî, emê jî, ji sonda xwe ne berpirsiyar bin.” 21 Jinikê got: “Bila bi gotina we be.” Wê ew bi rê kirin û oxira xêrê li wan kir. Piştre jî tayê sor bi pencereyê ve girê da. 22 Zilam rabûn hilkişiyan herêma çiyayî û heta kesên dabûn pey wan zivirîn, sê rojan li wir man. Kesên dabûn pey wan bi tu awayî ew nedîtin. 23 Herdu zilam ji bo vegerin ji herêma çiyayî berjêr bûn, Çemê Şerîayê derbas kirin û çûn ba Yêşûyê kurê Nûn. Hemû tiştên hatine serê wan jê re gotin. 24 Wan ji Yêşû re got: “Xudan bi rastî jî tevahiya welêt da destê me. Dilê hemû şêniyên welêt li ber me ji tirsa heliya.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey