Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 19 - Kurmanji Încîl


Mîrasa eşîra Şimûn

1 Pişka diduyan li binemalên Şimûniyan ket. Mîrasa wan di nav axa Cihûdayiyan de bû.

2 Di mîrasa wan de ev hebûn: Beêr-Şeva –ku Şeva ye– Molada,

3 Hasar-Şûel, Bala, Esem,

4 Êltolad, Betûl, Horma,

5 Zîqlag, Bêtmarkavot, Hasar-Sûsa,

6 Bêtlevaot û Şarûhen; bi gundên xwe ve sêzdeh bajar.

7 Eyîn, Rîmmon, Eter û Eşan; bi gundên xwe ve çar bajar,

8 herwiha hemû gundên li dora van bajaran, heta Baalat-Beêrê –ku Ramat-Negev e. Mîrasa binemalên Şimûniyan ev bû.

9 Ji ber ku axa Cihûdayiyan ji bo wan zêde bû, mîrasa Şimûniyan di nav axa Cihûdayiyan bû. Bi vî awayî Şimûniyan parek ji axa wan stand.


Mîrasa eşîra Zevûlon

10 Pişka sisêyan li binemalên Zevûloniyan ket. Sînorê mîrasa wan digihîşt Sarîdê.

11 Ji wir, sînorê wan ber bi aliyê rojava ve diçû Marelayê, digihîşt Dabbeşetê û geliyê pêşberî Yoqneamê.

12 Ji Sarîdê ber bi aliyê din ve jî, ber bi rojhilat ve heta sînorê Kîslot-Tavorê diçû, digihîşt Daveratê û dirêjî Yafîayê dibû.

13 Ji wir, bi aliyê rojhilat ve berdewam dikir, diçû Gat-Hêfer, Êt-Qasînê û Rîmmonê û bi aliyê Nêayê ve ditewiya.

14 Sînorê wan ê bakur ji wir dizivirî, digihîşt Hannatonê û li Geliyê Yîftahêlê diqediya.

15 Herwiha Qattat, Nahalal, Şîmron, Yîdala û Bêtlehem di mîrasa wan de bûn; bi gundên xwe ve duwanzdeh bajar.

16 Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Zevûloniyan bûn.


Mîrasa eşîra Îssexar

17 Pişka çaran li binemalên Îssexariyan ket.

18 Di mîrasa wan de ev hebûn: Yîzreyêl, Kesullot, Şûnêm,

19 Hafarayîm, Şîon, Anaharat,

20 Rabbît, Qîşyon, Eves,

21 Remet, Eyn-Gannîm, Eyn-Hadda û Bêtpassês.

22 Sînorê wan Tavorê, Şahasîma û Bêtşemeşê derbas dikir û li Çemê Şerîayê diqediya; bi gundên xwe ve şanzdeh bajar.

23 Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Îssexariyan bûn.


Mîrasa eşîra Aşêr

24 Pişka pêncan li binemalên Aşêriyan ket.

25 Di nav sînorê wan de ev hebûn: Helqat, Halî, Beten, Akşaf,

26 Alam-Melek, Emad û Mîşal. Sînor li aliyê rojava digihîşt Karmel û Şîhor-Lîvnatê.

27 Ji vir ber bi aliyê rojhilat ve digihîşt Bêtdagonê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Zevûloniyan û Geliyê Yîftahêlê diçû û digihîşt Bêtêmeq û Neiyêlê. Piştre ber bi aliyê bakur ve diçû û digihîşt Kavûl,

28 Evron, Rehov, Hammon û Qanayê û heta Saydaya Mezin dirêj dibû.

29 Ji wir sînor dizivirî Ramayê û digihîşt Sûra bajarê bi sûran pêçayî. Ji wir jî dizivirî Hosayê û li Derya Spî diqediya. Herwiha tê de Mahalav, Akzîv,

30 Ûmma, Afêq û Rehov hebûn. Bi gundên xwe ve bîst û du bajar bûn.

31 Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Aşêriyan bûn.


Mîrasa eşîra Neftelî

32 Pişka şeşan li binemalên Nefteliyiyan ket.

33 Sînorê wan ji darmaziya Saenannîmê ya ku li Hêlefê bû destpê dikir, digihîşt Adamî-Neqev, Yavneyêl û Laqqûmê û li Çemê Şerîayê diqediya.

34 Ji wir, ew ber bi aliyê rojava ve ditewiya Aznot-Tavorê û digihîşt Hûqoqê. Sînorên wan li başûr heta sînorê Zevûloniyan, li rojava heta sînorê Aşêriyan û li rojhilat heta Çemê Şerîayê dirêj dibû.

35 Bajarên bi sûran jî ev bûn: Siddîm, Sêr, Hammat, Raqqat, Kînneret,

36 Adama, Rama, Hasor,

37 Qedeş, Edreî, Eyn-Hasor,

38 Yîron, Mîgdal-Êl, Horêm, Bêtenat û Bêtşemeş; bi gundên xwe ve nozdeh bajar.

39 Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Nefteliyiyan bûn.


Mîrasa eşîra Dan

40 Pişka heftan li binemalên Daniyan ket.

41 Bajarên di nav sînorên mîrasa wan de ev bûn: Sora, Eştaol, Îr-Şemeş,

42 Şaelabbîn, Ayalon, Yîtla,

43 Elon, Tîmna, Eqron,

44 Êlteqe, Gîbbeton, Baalat,

45 Yehûd, Benê-Beraq, Gat-Rîmmon,

46 Me-Yarkon, Raqqon û axa li pêşberî Yafayê.

47 Çaxê axa Daniyan ji destê wan derket, rabûn ku li dijî Leşemê şer bikin. Gava wan bajar desteser kir û gelê bajêr da ber şûran, ew der ji xwe re kir milk û tê de rûniştin. Wan navê bavkalê xwe Dan li Leşemê danî.

48 Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Daniyan bûn.


Mîrasa Yêşûyê Pêxember

49 Gava Îsraêliyan bi mîrasî herêmên welêt parve kirin, wan ji axa xwe mîras da Yêşûyê kurê Nûn.

50 Li ser fermana devê Xudan, wan bajarê ku wî dixwest da wî. Bi vî awayî Yêşû Tîmnat-Serahaya li herêma çiyayî ya Efrayîmê, ava kir û tê de rûnişt.

51 Mîrasên Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl bi riya pişkê li Şîloyê, li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê dabûn, ev bûn. Bi vî awayî wan parvekirina welêt qedand.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan