Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 18 - Kurmanji Încîl


Parvekirina axa din

1 Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,

2 lê heft eşîra gelê Îsraêl hebûn ku hê mîrasên wan nehatibûn parvekirin.

3 Yêşû ji gelê Îsraêl re got: “Hûnê heta kengê tiral bin û welatê ku Xwedayê bavkalên we Xudan daye we ji xwe re nekin milk?

4 Ji her eşîrê ji bo xwe sê zilaman hilbijêrin. Ezê wan bişînim ku li welêt bigerin, axa ku ew dixwazin bila kifş bikin, binivîsin û bînin ba min.

5 Bila axê bikin heft par, eşîra Cihûda li başûr, Mala Ûsiv li bakur bimînin.

6 Hûnê axê wekî heft parî kifş bikin û nivîsa wê bînin. Ezê li vir, li hizûra Xwedayê me Xudan ji bo we pişk bavêjim.

7 Ji ber ku mîrasa Lêwiyiyan kahintiya Xudan e, di nav axa we de para wan tuneye. Eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe jî parên xwe yên li rojhilatê Çemê Şerîayê standine ku Mûsayê xulamê Xudan daye wan.”

8 Yêşû ji zilamên ku wê herin û axê kifş bikin re got: “Herin, li welêt bigerin û axê kifş bikin û binivîsin. Piştre vegerin ba min û ezê li vir, li Şîloyê, li hizûra Xudan ji bo we pişk bavêjim.”

9 Zilam çûn û li welêt geriyan. Wan li gorî bajaran, wekî heft parî qeyd kirin û vegeriyan artêşgeha li Şîloyê ba Yêşû.

10 Wê gavê Yêşû li Şîloyê, li hizûra Xudan ji bo wan bi riya pişkê ew ax jî di nav gelê Îsraêl de parve kir.


Mîrasa eşîra Binyamîn

11 Pişk li eşîra Binyamîniyan ket. Mîrasa ku para wan ket di navbera Cihûdayiyan û Ûsiviyan de bû.

12 Sînorê wan ê li bakur ji Çemê Şerîayê destpê dikir, ber bi rojava ve dirêjî berjorên bakurê Erîhayê dibû, di herêma çiyayî re berdewam dikir û digihîşt beriya Bêtawenê.

13 Ji wir sînor ber bi bajarê Lûzê ve derdiket, dirêjî berjorê Lûzê dibû –ku Bêt-Êl e– û dadiket Etrot-Addara ku li ser çiyayê li başûrê Bêthorona Jêrîn bû.

14 Ji wir sînor ber bi aliyê din ve ditewiya. Ew ji rojhilatê çiyayê başûrê wê derê ku li pêşberî Bêthoronê ye, ber bi aliyê başûr ve diçû û li Qîryat-Baala ku bajarê Cihûdayiyan e –ku Qîryat-Yearîm e– diqediya. Sînorê rojava ev bû.

15 Sînorê başûr ji derên herî dûr ên Qîryat-Yearîmê destpê dikir û ber bi aliyê rojava ve heta kaniyên ava Neftoahê diçû.

16 Sînor ji wir digihîşt quntara çiyayê li pêşberî Geliyê Ben-Hînnoma ku bakurê Deşta Refayîmê ye, li ber başûrê palên Yevûsê û di Geliyê Hînnomê re derbas dibû û dadiket Eyn-Rogêlê.

17 Ji wir ew ber bi aliyê bakur ve berjêr dibû û digihîşt Eyn-Şemeşê û ji wir jî digihîşt Gelîlota li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê. Ji vir jî ew diçû Kevirê Bohanê kurê Rûbên

18 û dirêjî bakurê berjorê Geliyê Eravayê dibû û digihîşt Eravayê.

19 Ji wir ew diçû bakurê palên Bêthoglayê û li biniya bakurê Gola Xwê, li ber devê başûr ê Çemê Şerîayê diqediya. Sînorê başûr ev bû.

20 Sînorê rojhilat Çemê Şerîayê bû. Sînorên mîrasa binemalên Binyamîniyan bi derdora wê ve ev bûn.

21 Bajarên binemalên Binyamîniyan ev bûn: Erîha, Bêthogla, Êmeq-Qesîs,

22 Bêterava, Semarayîm, Bêt-Êl,

23 Ewîm, Para, Ofra,

24 Kefar-Emmonî, Ofnî û Geva; bi gundên xwe ve duwanzdeh bajar.

25 Gîvon, Rama, Beêrot,

26 Mîspe, Kefîra, Mosa,

27 Reqem, Yîrpeyêl, Tarala,

28 Sêla, Haelef, Yevûs –ku Orşelîm e– Gîva û Qîryat; bi gundên xwe ve çardeh bajar. Mîrasa binemalên Binyamîniyan ev bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan