Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 17 - Kurmanji Încîl


Mîrasa nîveşîra Minaşşe ya rojava

1 Mîrasa eşîra Minaşşeyê kurê mezin ê Ûsiv bi riya pişkê hat dayîn. Gîlad û Başan ji Maxîrê kurê Minaşşe yê pêşî re hatin dayîn ku bavkalê Gîladiyan bû. Çimkî ew şervan bû.

2 Minaşşeyiyên din ên ji binemalên Aviyezer, Hêleq, Asriyêl, Şexem, Hêfer û Şemîda di nav vê pişkavêtinê de bûn. Ev li gorî binemalên xwe, zarokên kurîn ên Minaşşeyê kurê Ûsiv bûn.

3 Ji Selofhadê kurê Hêferê kurê Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşe re kur çênebûn. Tenê keçên wî hebûn û navên keçên wî ev bûn: Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa.

4 Ew çûn ba Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekan û wiha got: “Xudan li Mûsa emir kir ku bi merivên me re mîrasa me jî were dayîn.” Li ser fermana devê Xudan, Yêşû bi merivên wan re jî mîrasek da wan.

5 Bi vî awayî ji Minaşşeyiyan re, ji bilî Gîlad û Başana ku li rojhilatê Çemê Şerîayê bûn, deh par ketin.

6 Çimkî neviyên Minaşşe yên keçîn bi neviyên wî yên kurîn re mîras standin. Herêma Gîladê bû para Minaşşeyiyên din.

7 Sînorê Minaşşeyiyan ji sînorê Aşêriyan heta Mîkmetata ku li rojhilatê Şexemê bû dirêj dibû. Li wir ew ber bi aliyê başûr ve ditewiya û digihîşt axa şêniyên Eyn-Tappûahê.

8 Axa li dora Tappûahê ya Minaşşeyiyan bû. Herçiqas bajarê Tappûahê di nav sînorê Minaşşeyiyan de jî bû ew bajarê Efrayîmiyan bû.

9 Ji wir sînor dadiket Geliyê Qanayê. Li wir, bajarên di nav axa Minaşşeyiyan û li başûrê gelî de, bajarên Efrayîmiyan bûn. Sînorên Minaşşeyiyan li milê bakur ê gelî ve dirêj dibû û li Derya Spî diqediya.

10 Axa li başûr ya Efrayîmiyan, ya li milê bakur ya Minaşşeyiyan bû. Bi vî awayî axa Minaşşeyiyan ji Derya Spî destpê dikir, ji aliyê bakur ve digihîşt axa Aşêriyan, ji aliyê rojhilat ve jî digihîşt axa Îssexariyan.

11 Di nav axa Aşêr û Îssexariyan de jî parên Minaşşeyiyan hebûn; Bêtşean û gundên wê, Yîvleam û gundên wê, Dor û gundên wê, Eyn-Dor û gundên wê, Taenax û gundên wê, Megîddo û gundên wê. Yê sisêyan Nefet bû.

12 Lê Minaşşeyiyan şêniyên wan bajaran bi tevahî neqewitandin. Kenaniyan li ber xwe da ku li vî welatî bimînin.

13 Gava gelê Îsraêl hêzdar bû, wan Kenanî kirin suxrevan. Lê wan bi tevahî ew neqewitandin.

14 Ûsivî hatin ba Yêşû. Wan jê re got: “Çima ji bo me tenê yek pişk û yek par hebû? Em gelek in. Xudan em pir zêde kirin.”

15 Yêşû ji wan re got: “Heke hûn pir qelebalix bin û herêma çiyayî ya Efrayîmê ji we re teng be, herin daristanên welatê Perîzzî û Refayiyan û cihê xwe fireh bikin.”

16 Ûsiviyan got: “Herêma çiyayî têra me nake. Lê hem Kenaniyên Bêtşean û gundên wê, hem jî yên Deşta Yîzreyêlê xweyên erebeyên şer ên hesin ne.”

17 Yêşû ji Mala Ûsiv re, ji eşîrên Efrayîm û Minaşşe re got: “Hûn mezin in û pir hêzdar in. Wê ji bo we bi tenê pişkek çênebe.

18 Wê herêma çiyayî jî ya we be. Ew der daristan e, hûnê darên wê bibirin û heta sînoran wê derê ji xwe re bikin milk. Tevî ku ew hêzdar in û erebeyên wan ên hesin jî hene, hûnê Kenaniyan biqewitînin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan