Yêşû 16 - Kurmanji ÎncîlMîrasên du eşîrên Ûsiv; Efrayîmî û Minaşşeyiyan 1 Mîrasa ku bi riya pişkê ji Ûsiviyan re hat dayîn, ev bû: Sînorê wê ji Çemê Şerîayê, ji nêzîkî Erîhayê destpê dikir. Ew ji rojhilatê avên Erîhayê, ber bi beriyê ve diçû, ji Erîhayê hildikişiya herêma çiyayî ya Bêt-Êlê. 2 Ji Bêt-Êlê sînor heta Lûzê dirêj dibû, heta Etarota li sînorê Arkiyan diçû 3 û ber bi aliyê rojava ve heta sînorê Bêthorona Jêrîn digihîşt sînorê Yaflêtiyan. Ji wir digihîşt Gezerê û li Derya Spî diqediya. 4 Bi vî awayî herdu eşîrên Ûsiv, Minaşşe û Efrayîm mîrasên xwe standin. 5 Sînorên binemalên Efrayîmiyan ev bûn. Li rojhilat, sînorê mîrasa wan ji Etrot-Addarê heta Bêthorona Jorîn diçû 6 û digihîşt Derya Spî. Li bakur sînorê wan li Mîkmetatê ber bi aliyê rojhilat ve dizivirî û ber bi Taanat-Şîloyê ve diçû. Ew dirêjî rojhilatê bajêr dibû û derdiket Yanoahê. 7 Ji Yanoahê, sînor derbasî Etarotê, Nearayê û Erîhayê dibû û li Çemê Şerîayê diqediya. 8 Sînor ji Tappûahê ber bi rojava ve heta Geliyê Qanayê diçû û li Derya Spî diqediya. Mîrasa binemalên eşîra Efrayîm ev bû. 9 Herwiha bajar û gundên di nav mîrasa Minaşşeyiyan de hebûn ku ji Efrayîmiyan re ketine. 10 Lê Efrayîmiyan Kenanî neqewitandin ku li Gezerê rûdiniştin. Kenanî heta îro jî di nav Efrayîmiyan de dimînin û suxrevaniya wan dikin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey