Yêşû 15 - Kurmanji ÎncîlMîrasa eşîra Cihûda 1 Mîrasa binemalên Cihûdayiyan bi riya pişkê hat dayîn. Mîrasa wan ber bi aliyê başûr ve heta sînorê Edomê bû û di binê başûrê wê de heta Beriya Zînê dirêj bû. 2 Sînorê wan ê başûr ji keviya başûr a Gola Xwê destpê dikir. Ew ji binê başûrê golê destpê dikir 3 û digihîşt başûrê Hevrazê Dûpişkan. Ji wir, ew heta Beriya Zînê dirêj dibû û ji wir jî digihîşt başûrê Qadêş-Barnêayê. Bi vî awayî ew derbasî Hesron û Addarê dibû. Sînor ji Addarê ber bi aliyê Qarqayê ve ditewiya, 4 ji Esmonê û ji Geliyê Misrê derbas dibû û li Derya Spî diqediya. Sînorê wan ên başûr ev bû. 5 Sînorê rojhilat ji Gola Xwê heta ber devê Çemê Şerîayê diçû. Sînorê bakur, ji binê gola li devê Çemê Şerîayê destpê dikir, 6 heta Bêthoglayê diçû, ji wir di bakurê Bêteravayê re derbas dibû û digihîşt Kevirê Bohanê kurê Rûbên. 7 Ji wir sînor ji Deşta Exorê heta Devîrê diçû, heta Gîlgala ku li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê yê ku li başûrê deştê ye, ber bi aliyê başûr ve ditewiya, heta ava Eyn-Şemeşê diçû û digihîşt Eyn-Rogêlê. 8 Piştre derbasî ji geliyê Ben-Hînnomê yê ku başûrê pala Bajarê Yevûsê –ku Orşelîm e– ye re dibû û ji vir hildikişiya serê çiyayê ku li rojhilatê Geliyê Hînnomê dikeve û li Bakurê Deşta Refayîmê ye. 9 Ji serê çiyê, sînor ditewiya, heta kaniya avên Neftoahê diçû û digihîşt bajarên Çiyayê Efronê. Li wir ew ber bi alî Baalayê ve –ku Qîryat-Yearîm e– ditewiya. 10 Sînorê ku ji rojavayê Baalayê ber bi Çiyayê Seîrê ve dizivirî, derbasî bakurê Çiyayê Yearîmê dibû ku Kesalon e, digihîşt Bêtşemeşê. Paşê derbasî Tîmnayê dibû, 11 sînor dirêjî palên bakurê Eqronê dibû, ber bi aliyê Şîkkeronê ve ditewiya, derdiket Çiyayê Baalayê, digihîşt Yavneyêlê û li Derya Spî diqediya. 12 Sînorê rojava keviyên Derya Spî bû. Sînorên li dora binemalên Cihûdayiyan ev bûn. 13 Li ser fermana devê Xudan ku wî lê kir, Yêşû Qîryat-Arba –ku Hevron e– ya ku para Cihûdayiyan bû da Kalêvê kurê Yefûnne. Arba bavkalê Enaqiyan bû. 14 Kalêv her sê neviyên Enaq qewitandin; Şêşay, Ahîman û Talmay. 15 Ji wir, ew bi ser şêniyên Devîrê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Sêfer bû. 16 Kalêv got: “Kesê ku êrîşî Qîryat-Sêferê bike û desteser bike, ezê Exsaya keça xwe bidimê.” 17 Otniyêlê kurê Qenazê birayê Kalêv bajar desteser kir û Kalêv keça xwe Exsa da wî. 18 Çaxê keçik çû ba mêrê xwe, wê jê xwest ku ji bavê wê zeviyekê bixwaze. Gava keçik ji kerê peya bû, Kalêv jê re got: “Tiştekî ji min dixwazî heye?” 19 Keçikê jê re got: “Diyariyekê bide min. Te ez şandim Negevê, li ser vê yekê kaniyên avê bide min.” Bi vî awayî Kalêv kaniyên jorîn û jêrîn jî dan wê. 20 Mîrasa binemalên Cihûdayiyan ev bû. 21 Bajarên Cihûdayiyan ên herî li başûr ên ber bi sînorên Edomê ve ev bûn: Qavseyêl, Eder, Yagûr, 22 Qîna, Dîmona, Edada, 23 Qedeş, Hasor, Yîtnan, 24 Zîf, Telem, Baalot, 25 Hasor-Hadatta, Qeriyot-Hesron –ku Hasor e– 26 Amam, Şema, Molada, 27 Hasar-Gadda, Heşmon, Bêtpelet, 28 Hasar-Şûel, Beêr-Şeva, Bîzyotya, 29 Baala, Îyîm, Esem, 30 Êltolad, Kesîl, Horma, 31 Zîqlag, Madmanna, Sansanna, 32 Levaot, Şîlhîm, Eyîn û Rîmmon; bi gundên xwe ve bîst û neh bajar. 33 Li herêma Şefêlayê, Eştaol, Sora, Aşna, 34 Zanoah, Eyn-Gannîm, Tappûah, Ênam, 35 Yarmût, Edûllam, Soxo, Ezêqa, 36 Şaerayîm, Edîtayîm, Gedêra û Gedêrotayîm; bi gundên xwe ve çardeh bajar. 37 Senan, Hadaşa, Mîgdal-Gad, 38 Dîlan, Mîspe, Yoqteyêl, 39 Laxîş, Bosqat, Eglon, 40 Kabbon, Lahmas, Kitlîş, 41 Gedêrot, Bêtdagon, Naema û Maqqêda; bi gundên xwe ve şanzdeh bajar. 42 Lîvna, Eter, Eşan, 43 Yîftah, Aşna, Nesîv, 44 Qeîla, Akzîv û Marêşa; bi gundên xwe ve neh bajar. 45 Bi navçe û gundên xwe ve Eqron, 46 rojavayê Eqronê, bi gundên xwe ve hemû derên li dora Aşdodê, 47 bi navçe û gundên xwe ve Aşdod, bi gund û bajarên xwe ve Xeza, derên heta Geliyê Misrê û keviyên Derya Spî. 48 Li herêma çiyayî, Şamîr, Yattîr, Soxo, 49 Danna, Qîryat-Sanna –ku Devîr e– 50 Enav, Eştemo, Enîm, 51 Goşen, Holon û Gîlo; bi gundên xwe ve yanzdeh bajar. 52 Arav, Dûma, Eşan, 53 Yanûm, Bêttappûah, Afêqa, 54 Hûmta, Qîryat-Arba –ku Hevron e– û Sîor; bi gundên xwe ve neh bajar. 55 Maon, Karmel, Zîf, Yûtta, 56 Yîzreyêl, Yoqdeam, Zanoah, 57 Qayîn, Gîva û Tîmna; bi gundên xwe ve deh bajar. 58 Halhûl, Bêtsûr, Gedor, 59 Maerat, Bêtenot û Êlteqon; bi gundên xwe ve şeş bajar. 60 Qîryat-Baal –ku Qîryat-Yearîm e– û Rabba; bi gundên xwe ve du bajar. 61 Li beriyê, Bêterava, Middîn, Sexaxa, 62 Nîvşan, Bajarê Xwê û Eyn-Gedî; bi gundên xwe ve şeş bajar. 63 Lê Cihûdayiyan Yevûsiyên ku li Orşelîmê rûdiniştin neqewitandin. Yevûsî heta îro jî di nav Cihûdayiyan de li Orşelîmê dimînin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey