Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 14 - Kurmanji Încîl


Parvekirina axa li rojavayê Çemê Şerîayê

1 Axa ku gelê Îsraêl li welatê Kenanê bi mîrasî stand, ev bû ku Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên Îsraêl li wan parve kir.

2 Çawa ku Xudan bi riya Mûsa emir kiribû, mîrasa neh eşîr û nîveşîrekê bi riya pişkê hat parvekirin.

3 Çimkî Mûsa axa li rojhilatê Çemê Şerîayê bi mîrasî dabû du eşîr û nîveşîrekê. Lê wî di nav wan de milk nedabû Lêwiyiyan.

4 Herwiha Ûsivî du eşîr bûn; Efrayîm û Minaşşe. Li welêt para Lêwiyiyan nebû, tenê bajarên ku lê rûnin û mêrgên wan ku pezê xwe lê biçêrînin.

5 Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, gelê Îsraêl wiha kir. Wan welat parve kir.


Hevrona Kalêv

6 Cihûdayî hatin Gîlgalê ba Yêşû. Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ji Yêşû re got: “Tu dizanî ku Xudan li Qadêş-Barnêayê ji Mûsayê zilamê Xwedê re çi li ser min û te got.

7 Çaxê Mûsayê xulamê Xudan ji Qadêş-Barnêayê ez şandim ku sixûriya welêt bikim, ez çil salî bûm. Çawa ku min dîtiye, min bi dilsozî jê re got.

8 Birayên ku bi min re hatin, çavê gel tirsand, lê min ji dil da pey Xwedayê xwe Xudan.

9 Wê rojê Mûsa sond xwar û got: ‘Axa ku te pê lê kiriyê, wê her û her ji te û zarokên te re mîras bimîne. Çimkî te ji dil da pey Xwedayê min Xudan.’

10 Va ye, çawa ku wî got, Xudan jiyana min parast. Gava gelê Îsraêl di beriyê de geriya, ji roja ku Xudan ev yek ji Mûsa re gotibû vir ve çil û pênc sal derbas bû. Ez niha heştê û pênc salî me.

11 Ez îro jî wekî roja ku Mûsa ez şandim li ser xwe me. Wê rojê hêza min çi be, îro jî, ji bo çûn û hatina şer wisa ye.

12 Çawa ku Xudan wê rojê gotiye, tu îro vê herêma çiyayî bide min. Te jî wê rojê bihîstibû ku Enaqî li wê derê rûdinin û bajarên wan bi sûr in. Heke Xudan bi min re bibe alîkar, ezê çawa ku wî ji min re gotibû, wan biqewitînim.”

13 Wê gavê Yêşû ew pîroz û bereket kir û Hevronê bi mîrasî da Kalêvê kurê Yefûnne.

14 Loma Hevron heta îro jî milkê Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ye. Çimkî wî ji dil da pey Xwedayê Îsraêl Xudan.

15 Navê Hevronê yê berê Qîryat-Arba bû. Arba navê mirovê herî mezin ê Enaqiyan bû. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan