Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 13 - Kurmanji Încîl


Axa divê bê standin

1 Yêşû kal bûbû û bi salan ve çûbû. Xudan jê re got: “Tu kal bûyî û bi salan ve çûyî û êdî gelek derên welêt hene ku divê bi milkî werin standin.

2 Derên welêt ên ku divê êdî bên standin ev in: Tevahiya axa Filîstî û Geşûriyan

3 a ku ji Çemê Şîhorê yê li rojhilatê Misrê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Eqronê diçû û axa Kenaniyan tê hesibandin –pênc begîtiyên Filîstiyan hene; Xeza, Aşdod, Aşqelon, Gat û Eqron– axa Ewiyan,

4 li aliyê başûr hemû axa Kenaniyan, Mearaya axa Saydayiyan heta Afêqa ku digihîje sînorê Amoriyan,

5 axa Gevaliyan, hemû axa Lubnanê ya ku li aliyê rojhilat dimîne, ji Baal-Gada ku li pala Çiyayê Hermonê ye heta Levo-Hamatê.

6 Ezê hemû şêniyên herêma çiyayî ya ji Lubnanê heta Mîsrefot-Mayîmê û hemû Saydayiyan, ji ber gelê Îsraêl biqewitînim. Tenê çawa ku min li te emir kiriye, tu van deran bi riya pişkê di nava gelê Îsraêl de parve bike.

7 Tu niha van deran di nav neh eşîran û nîveşîra Minaşşe de parve bike.”


Parvekirina axa rojhilatê Çemê Şerîayê

8 Eşîrên Gad û Rûbên bi nîveşîra din a Minaşşe re mîrasên xwe ya li rojhilatê Çemê Şerîayê standin ku Mûsayê xulamê Xudan dabûn wan:

9 Ji Eroêra ku li keviya Geliyê Arnonê bû ango ew bajarê ku di nîvê beriyê de bû, deşta Mêdevaya ku digihîşt Dîvonê,

10 hemû bajarên Sîhonê Padîşahê Amoriyan ku li Heşbonê serwerî dikir heta sînorê Emmoniyan,

11 Gîlad, axa Geşûrî û Maexayiyan, tevahiya Çiyayê Hermonê, tevahiya Başanê heta Salkayê,

12 padîşahiya li Başanê ya Ogê Padîşah ê ku li Eştarot û Edreî serwerî dikir û ji saxmayiyên Refayî bû ku Mûsa ew têk biribûn û qewitandibûn.

13 Lê Îsraêliyan Geşûrî û Maexayiyan neqewitandin. Geşûrî û Maexayî îro jî di nav gelê Îsraêl de dimînin.

14 Mûsa tenê mîras neda eşîra Lêwî. Çawa ku Xudan jê re gotibû, para wan pêşkêşiyên Xudan ên şewitandinê ne.


Mîrasa eşîra Rûbên

15 Mûsa mîras da binemalên Rûbêniyan.

16 Sînorê wan ji Eroêra ku li keviya Geliyê Arnonê bû destpê dikir, bajarê di nava beriyê de digirt nav xwe, hemû beriya ku li dora Mêdevayê bû,

17 Heşbon û hemû bajarên li deştê; Dîvon, Bamot-Baal, Bêtbaal-Meon,

18 Yahsa, Qedêmot, Mefaet,

19 Qîryatayîm, Sîvma, Seret-Şahara ku li girê li nav deştê,

20 Bêtpeor, palên Çiyayê Pîsgayê û Bêtyeşîmot.

21 Hemû bajarên deştê û hemû padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê serwerî dikir tê de bûn. Mûsa Sîhon û mîrên Mîdyanê yên ku li bajarên di bin serweriya Sîhon de rûdiniştin têk biribûn ango Ewî, Reqem, Sûr, Hûr û Reva.

22 Di nav kuştiyan de Balamê kurê Beor jî hebû ku falbaz bû.

23 Sînorê Rûbêniyan Çemê Şerîayê bû. Bajar û gundên ku Rûbêniyan li gorî hejmara binemalên xwe mîras standin ev bûn.


Mîrasa eşîra Gad

24 Mûsa mîras da eşîra Gad, ango malbat û binemalên Gadiyan.

25 Axa wan ev bû: Yazêr, hemû bajarên Gîladê û nîvê axa Emmoniyan a ku digihîşt Eroêra nêzîkî Rabbayê tê de bû,

26 ji Heşbonê heta Ramat-Mîspeyê û Betonîmê, ji Mahanayîmê heta sînorê Devîrê bû.

27 Li Deşta Şerîayê, bajarên Bêtharam, Bêtnîmra, Sûkkot û Safon, beşê din ê axa Sîhonê Padîşahê Heşbonê û rojhilatê Çemê Şerîayê ku digihîşt keviya başûr a Gola Kînneretê jî tê de bûn.

28 Bajar û gundên ku Gadiyan li gorî hejmara binemalên xwe mîras standin ev bûn.


Mîrasa nîveşîra Minaşşe ya li rojhilat

29 Mûsa mîras da nîveşîra Minaşşe. Wî li gorî hejmara binemalên wan da.

30 Sînorê wan ji Mahanayîmê destpê dikir, tevahiya Başanê, tevahiya padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê, hemû bajarokên Yayîrê yên ku li Başanê bûn –şêst bajar–

31 nîvê Gîladê û bajarên Eştarot û Edreiya di bin serweriya Ogê Padîşahê Başanê de bûn. Ev der li gorî binemalan, ji nîvê kurên Maxîrê kurê Minaşşe re hatin veqetandin.

32 Mîrasên ku Mûsa li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê dan ev bûn.

33 Lê Mûsa mîras neda Lêwiyiyan. Çawa ku wî ji wan re got, mîrasa wan Xwedayê Îsraêl Xudan e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan