Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 11 - Kurmanji Încîl


Têkbirina bajarên li bakur

1 Gava Yavînê Padîşahê Hasorê ev yek bihîst, ji Madonê Padîşahê Yovavê, Padîşahê Şîmronê, Padîşahê Akşafê,

2 ji padîşahên herêma çiyayî ya bakur, padîşahên Eravaya ku li başûrê Gola Kînneretê ye, padîşahên Şefêlaya bakur, padîşahên Nafot-Dora ku li rojava ye,

3 ji Kenaniyên li rojhilat û li rojava ne, ji Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, ji Yevûsiyên li herêma çiyayî ne û ji Hîwiyên ku li jêr Çiyayê Hermonê, li herêma Mîspayê ne re xeber şand.

4 Ev padîşah jî bi hemû artêşên xwe re, bi leşkerên xwe yên ku wekî sêlaka ber deryayê nedihatin hejmartin, bi gelek hesp û erebeyên xwe yên şer dan rê.

5 Ev hemû padîşah bûn yek, hatin li ber keviyên ava Mêromê û artêşgehên xwe danîn ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin.

6 Xudan ji Yêşû re got: “Ji wan netirse. Ezê sibê vî çaxî hemûyan li ber Îsraêliyan bişikênim. Hûnê hespên wan seqet bikin û erebeyên wan ên şer bişewitînin.”

7 Îcar Yêşû bi tevahiya artêşa xwe re, li ber keviyên ava Mêromê jinişkave bi ser wan ve çû û êrîşî wan kir.

8 Xudan ew dan destê gelê Îsraêl. Wan ew şikandin û heta Saydaya Mezin û Mîsrefot-Mayîmê û ber bi rojhilat ve heta Geliyê Mîspeyê dan pey wan. Wan li wan xist û tu kes sax nehişt.

9 Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Yêşû wiha kir. Wî hespên wan seqet kirin û erebeyên wan ên şer şewitandin.

10 Wê gavê Yêşû vegeriya û Hasorê desteser kir. Wî padîşahê wê da ber şûran. Çimkî berê, Hasor serê tevahiya van padîşahiyan bû.

11 Îsraêliyan hemû kesên di bajêr de dan ber şûran. Wan ew bi tevahî tune kirin. Tu kesê hilma xwe dide û distîne nema. Wan Hasor şewitand.

12 Çawa ku Mûsayê xulamê Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya wan padîşahan û bajarên wan desteser kirin, dan ber şûran û bi tevahî tune kirin.

13 Lê ji bilî bajarê Hasorê yê ku Yêşû agir berdayê, gelê Îsraêl tu bajarên li ser giran neşewitandin.

14 Îsraêliyan hemû heywan û talanên van bajaran ji xwe re standin. Lê hemû mirovan dan ber şûran û tune kirin. Wan tu kesê hilma xwe dide û distîne nehişt.

15 Çawa ku Xudan li Mûsayê xulamê xwe emir kiribû, Mûsa wiha li Yêşû emir kiribû û Yêşû jî wiha kir. Wî hemû tiştên Xudan li Mûsa emir kiribûn, pêk anîn.

16 Bi vî awayî Yêşû tevahiya welêt desteser kir; herêma çiyayî, tevahiya Negev û herêma Goşenê, Şefêla, Erava, herêma çiyayî ya gelê Îsraêl û palên wan.

17 Herwiha ji Çiyayê Halaqê yê ku ji Seîrê dertê heta Baal-Gada ku li Deşta Lubnana li quntara Çiyayê Hermonê ye jî desteser kir. Wî hemû padîşahên van deran desteser kirin, li wan xist û kuştin.

18 Yêşû demeke dirêj li dijî tevahiya van padîşahan şer kir.

19 Ji bilî Hîwiyên ku li Gîvonê rûniştin, bajarekî ku bi gelê Îsraêl re peymana aştiyê çêkiribe tunebû. Hemû bajar bi şer hatin desteserkirin.

20 Çimkî Xudan dilê wan hişk kiribû ku ew li dijî gelê Îsraêl şer bikin û bên tunekirin. Çawa Xudan li Mûsa emir kiribû, ew li ber wan neketin û tune kirin.

21 Wî çaxî Yêşû bi ser Enaqiyan ve çû û wî ew ji herêma çiyayî, ji Hevron, Devîr û Enavê, ji hemû herêmên çiyayî yên Cihûdayê û Îsraêlê helak kirin. Yêşû bi bajarên wan ve, bi tevahî ew tune kirin.

22 Li welatê Îsraêliyan Enaqiyek jî nema. Bi tenê li Gat, Xeza û Aşdodê hinek ji wan sax man.

23 Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû, Yêşû tevahiya welêt desteser kir û di nav eşîrên Îsraêl de bi milkî parve kir. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan