Yêşû 10 - Kurmanji ÎncîlSekinandina rojê û têkbirina Amoriyan 1 Gava Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê bihîst ku Yêşû Ayê desteser kir, bi tevahî tune kir û çawa ku anîbû serê bajarê Erîhayê û padîşahê wê, wisa jî anî serê Ayê û padîşahê wê, herwiha gava bihîst ku şêniyên Gîvonê ku bi gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkiriye û pê re ye, 2 gelekî tirsiya. Çimkî Gîvon wekî bajarên padîşah tê de rûdine, bajarekî mezin bû. Ew ji bajarê Ayê mezintir bû û hemû zilamên wê mêrxas bûn. 3 Li ser vê yekê Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê ji Hohamê Padîşahê Hevronê, Pîramê Padîşahê Yarmûtê, Yafiyayê Padîşahê Laxîşê û Devîrê Padîşahê Eglonê re xeber şand û got: 4 “Rabin werin, alîkariya min bikin. Em êrîşî Gîvonê bikin. Çimkî wî gelî bi Yêşû û gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkir.” 5 Paşê pênc padîşahên Amoriyan –padîşahên Orşelîm, Hevron, Yarmût, Laxîş û Eglonê– artêşên xwe civandin û çûn. Wan li dijî Gîvonê artêşgehê xwe ava kir û şer kir. 6 Gîvoniyan jî, ji Yêşû re xeber şand ku li Gîlgalê li artêşgehê dima: “Xulamên xwe tenê nehêle! Bi lez were, me rizgar bike. Alîkariya me bike. Hemû padîşahên Amoriyên ku li herêma çiyayî rûdinin, li dijî me civiyane!” 7 Yêşû bi hemû şervan û mêrxasên xwe re ji Gîlgalê bi rê ket. 8 Xudan ji Yêşû re got: “Ji wan netirse. Min ew dan destê te. Wê tu kes ji wan nikaribe li ber te bisekine.” 9 Yêşûyê ku tevahiya şevê ji Gîlgalê dihat, jinişkave êrîşî Amoriyan kir. 10 Xudan ew li ber Îsraêliyan şaş kirin û Îsraêliyan li Gîvonê bi dijwarî ew têk birin. Wan di berjorê Bêthoronê re da pey wan û heta Ezêqa û Maqqêdayê li wan xist. 11 Xudan bi ser Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl direviyan ve, ji berjêra Bêthoronê heta Ezêqayê zîpika giran ji ezmanan barand û ew mirin. Kesên ji ber zîpikê mirin, ji kesên bi şûrên gelê Îsraêl hatibûn kuştin zêdetir bûn. 12 Roja Xudan Amorî dan destê gelê Îsraêl, Yêşû li ber çavê gelê Îsraêl ji Xudan re got: “Ya roj, tu bisekine li ser Gîvonê, Ya heyv, tu jî li Deşta Ayalonê.” 13 Wê gavê heta gel heyfa xwe ji dijminên xwe stand, roj sekinî û heyv li cihê xwe ma. Ev yek di Nivîsa Yaşar de jî hatiye nivîsandin. Roj di nava ezmanan de sekinî û bi qasî tevahiya rojekê bi derengî çû ava. 14 Ne heta niha û ne jî, ji niha û pê ve tu rojeke çênebû ku Xudan wisa guhdariya dengê mirovan bike. Xudan bi rastî ji bo gelê Îsraêl şer kir. 15 Yêşû bi tevahiya gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha Gîlgalê. 16 Di vê navberê de her pênc padîşah reviyan û li Maqqêdayê di şikeftekê de xwe veşart. 17 Wan ji Yêşû re got: “Her pênc padîşah hatin dîtin. Ew li Maqqêdayê di şikeftekê de ne.” 18 Yêşû got: “Kevirên mezin gêrî devê şikeftê bikin û mirovan deynin ber ku biparêzin. 19 Lê hûn li wir nemînin. Bidin pey dijminên xwe û ji paş ve êrîşî wan bikin. Nehêlin ku bikevin bajarên xwe, çimkî Xwedayê we Xudan ew dan destê we.” 20 Gava Yêşû û Îsraêliyan li dijminên xwe xistin û bi dijwarî ew têk birin, kesên ji wan ên saxmayî xwe avêtin bajarên bisûr. 21 Tevahiya gel bi xêr û silamet vegeriya artêşgeha Maqqêdayê, ba Yêşû. Tu kesî zimanê xwe li dijî gelê Îsraêl dirêj nekir. 22 Yêşû got: “Devê şikeftê vekin û wan her pênc padîşahan ji wir derînin û bînin ba min.” 23 Wan wiha kir û her pênc padîşah; Padîşahê Orşelîmê, Padîşahê Hevronê, Padîşahê Yarmûtê, Padîşahê Laxîşê û Padîşahê Eglonê ji şikeftê deranîn û anîn ba Yêşû. 24 Çaxê hemû padîşah anîn ba Yêşû, wî gazî hemû zilamên Îsraêlî kir û ji fermandarên ku pê re çûne şer re got: “Nêzîk bibin, lingên xwe deynin ser stûyê van padîşahan.” Fermandar nêzîk bûn û lingên xwe danîn ser stûyê padîşahan. 25 Yêşû ji wan re got: “Netirsin û neşikên! Hêzdar û wêrek bin! Çimkî ya ku wê Xudan bîne serê hemû dijminên we yên ku hûn li dijî wan şer dikin, ev e.” 26 Piştre Yêşû her pênc padîşah kuştin û ew bi pênc daran ve daleqandin. Cendekên wan heta êvarê bi daran ve daleqandî man. 27 Çaxê roj çû ava, Yêşû emir kir û wan ew ji ser daran anîn xwarê. Piştre wan ew avêtin şikeftên ku xwe tê de veşartine û kevirên mezin gêrî devê şikeftê kirin. Heta îro jî ew li wê derê ne. 28 Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî. Têkbirina bajarên li başûr 29 Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Maqqêdayê bi ser Lîvnayê de çû ku şer bike. 30 Xudan bajar û padîşahê wî dan destê gelê Îsraêl. Wî bajar û hemû kesên tê de dan ber şûran, tu kesî sax nehişt. Ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê padîşahê wê jî. 31 Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Lîvnayê çû Laxîşê. Wî li dijî bajêr artêşgeh ava kir û şer kir. 32 Xudan bajar da destê gelê Îsraêl û wan di roja diduyan de ew desteser kir. Çawa ku wî li Lîvnayê kiribû, bajar û hemû kesên tê de dan ber şûran. 33 Horamê Padîşahê Gezerê jî hat ku alîkariya Laxîşê bike. Yêşû li wî û gelê wî jî xist, tu kes ji wan sax nehişt. 34 Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Laxîşê çû Eglonê. Wî li dijî bajêr artêşgeh ava kir û şer kir. 35 Wan wê rojê bajar desteser kir û kesên tê de dan ber şûran. Çawa ku li Laxîşê kiribû, wî wê rojê hemû kesên di bajêr de bi tevahî tune kirin. 36 Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Eglonê çû Hevronê. Wî li dijî wê şer kir 37 û desteser kir. Wî padîşahê wê, gundên wê û hemû kesên tê de dan ber şûran. Wî tu kesî sax nehişt. Çawa ku li Eglonê kiribû, wî û hemû kesên tê de bi tevahî tune kirin. 38 Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya Devîrê û li dijî wê şer kir. 39 Wî bajar, padîşahê wê û hemû gundên wê desteser kirin. Wî kesên tê de dan ber şûran û bi tevahî tune kirin. Wî tu kesî sax nehiştin. Ya ku anîbû serê Hevronê, Lîvnayê û padîşahê wê, anî serê Devîrê û padîşahê wê jî. 40 Bi vî awayî çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya welêt; herêma çiyayî, Negev, Şefêla, palên çiya û tevahiya padîşahên wan, têk birin. Wî tu kesî sax nehiştin. Wî her kesê ku hilma xwe dida û distand kuştin. 41 Yêşû ji Qadêş-Barnêayê heta Xezayê û hemû herêma Goşenê, heta digihîje Gîvonê bi tevahî têk birin. 42 Ji ber ku Xwedayê Îsraêl Xudan ji bo gelê Îsraêl şer kir, Yêşû tenê di şerekî de tevahiya van padîşahan û welatên wan desteser kirin. 43 Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha xwe ya Gîlgalê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey