Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêşû 1 - Kurmanji Încîl


Emrê Xudan ê li Yêşûyê Pêxember

1 Piştî mirina Mûsayê xulamê xwe, Xudan ji xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûn re got:

2 “Xulamê min Mûsa mir. Niha rabe û bi tevahiya gel re Çemê Şerîayê derbas bike û here wî welatê ku ez didim gelê Îsraêl.

3 Çawa ku min soz daye Mûsa, her cihê binê piyê we lê bikeve, ezê bidim we.

4 Wê ji beriyê heta herêma çiyayî ya Lubnanê, ji Çemê Mezin ê Feratê bigire –tevahiya welatê Hîtîtiyan jî di nav de– wê aliyê rojava heta Derya Spî bibe sînorên we.

5 Wê di hemû rojên jiyana te de tu kes li dijî te ranebe, çawa ku ez bi Mûsa re bûm, wisa jî ezê bi te re bim. Ezê te bernedim û nehêlim.

6 Hêzdar û wêrek be. Çimkî diyarê ku min ji bav û kalên wan re sond xwar ku ezê bidim wan, tê wan bibî wî welatê ku ji xwe re bikin milk.

7 Tenê hêzdar û wêrek be. Hay jê hebe ku tu tevahiya Şerîeta xulamê min Mûsa li te emir kir, pêk bînî. Ji wê bi milê çep û rastê ve averê nebe ku li her dera tu diçî de bi ser bikevî.

8 Divê ev Nivîsa Şerîetê ji devê te nekeve, ji bo ku tu bi baldarî ya ku tê de hatiye nivîsandin pêk bînî, tê bi şev û roj li ser wê kûr bifikirî. Wî çaxî wê riya te vebe û tê bi ser bikevî.

9 Ma min ji te re negot hêzdar û wêrek be? Netirse û neşikê. Çimkî li her dera ku tu bimeşî, Xwedayê te Xudan bi te re ye.”


Emrê Yêşûyê Pêxember ê li gel

10 Yêşû emir da peywirdarên gel û ji wan re got:

11 “Di nav artêşgehê de bigerin, emir bidin gel û bêjin: ‘Ji bo xwe xurek amade bikin. Çimkî ji bo hûn welatê ku Xwedayê we Xudan dide we ji xwe re bikin milk, sê roj paşê hûnê di Çemê Şerîayê re derbas bibin.’”

12 Yêşû ji eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe re got:

13 “Gotina ku Mûsayê xulamê Xudan li we emir kir bi bîr bînin ku digot: ‘Wê Xwedayê we Xudan vî welatî bide we û we bigihîne rihetiyê.’

14 Wê jinên we, zarokên we û heywanên we li rojhilatê Çemê Şerîayê bimînin ku wî ew ax da we. Îcar hûn, hemû mêrxasên şervan bi çekên xwe, beriya birayên xwe çêm derbas bikin.

15 Çawa ku Xudan rihetî daye we, gava bide wan û ew jî axa ku Xwedayê we Xudan dide wan, ji xwe re bikin milk, hûnê ji wan re bibin alîkar. Wî çaxî hûnê vegerin ser axa xwe û ji xwe re bikin milk. Çimkî Mûsayê xulamê Xudan ev axa li rojhilatê Çemê Şerîayê daye we.”

16 Wan ji Yêşû re got: “Her tiştê ku tu li me emir bikî, emê bikin. Tu me bişînî ku derê, emê herin wir.

17 Me çawa di her tiştî de guhdariya Mûsa kir, emê wisa jî guhdariya te bikin. Tenê bila Xwedayê te Xudanê ku bi Mûsa re bû, bi te re be jî.

18 Tu çi emir bikî, her kesê guh nede gotina te û li dijî emrên te rabe, wê bê kuştin. Tenê tu hêzdar û wêrek be.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan