Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 9 - Kurmanji Încîl

1 Xwezî serê min kanî Û çavê min çavkaniya hêsiran bûya Ku ez ji bo kuştiyên gelê xwe yê delal, Bi şev û roj bigiriyama.

2 Xwezî ji bo min li beriyê, Qonaxeke rêwiyan hebûya Ku min gelê xwe berda Û ez ji ba wan biçûma. Hemû zinakar û koma bêbextan in.

3 “Ew zimanê xwe wekî kevanê ditikînin, Bi derewan, ne bi dirustiyê li welêt hêzdar bûn. Çimkî ew xerabiyê li ser xerabiyê dikin Û min nas nakin.” Ev e gotina Xudan.

4 “Bila herkes xwe ji cîranê xwe biparêze Û bi tu birayekî xwe ewle nebe. Çimkî her bira dixapîne Û her cîran fesadiyê dike.

5 Herkes cîranê xwe dixapîne, Tu kes rastiyê nebêje. Wan gotina derew hînî zimanê xwe kir. Ewqas xerabiyê dikin ku xwe diwestînin.

6 Dera tu lê rûdinî, navenda hîleyê ye, Ji ber hîlekariya xwe, wan naskirina min red kir.” Ev e gotina Xudan.

7 Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye, ezê wan safî bikim û biceribînim, Çimkî ez bi gelê xwe yê delal çiyê din bikim?

8 Zimanê wan tîrekî kujer e, Hergav hîleyê dikin. Bi devê xwe, ji cîranên xwe re gotinên aştiyê dibêjin, Lê di dilê xwe de jê re kemînê datînin.”

9 Gotina Xudan ev e: “Ma ez wan ji ber vê yekê ceza nekim? Canê min ji miletekî wiha heyfê nestîne?”

10 Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.

11 “Ezê Orşelîmê bikim şikêra keviran û warê çeqelan. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.”

12 Ma kî ewqasî şehreza ye ku vê yekê fêm bike? Ma devê Xudan ji kê re got ku ew gotina wî eşkere bike? Ji bo çi welat tune û wêran bû. Çima bû beriyeke wisa ku kes tê re derbas nabe?

13 Xudan dibêje: “Çimkî wan dev ji Şerîeta min a ku min da wan berda. Wan guhdariya dengê min nekir û li gorî wî nemeşiyan.

14 Lê ew li pey dilhişkiya xwe meşiyan. Çawa ku bav û kalên wan hînî wan kiriye, wan da pey Baalan.”

15 Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ezê giyayê tehl bi vî gelî bidim xwarin û ava jehrî bi wan bidim vexwarin.

16 Ezê wan di nav miletên ku ew û bav û kalên wan pê nizanin de belav bikim û heta ku ez wan biqedînim, ezê şûr bi ser wan de bişînim.”

17 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş bifikirin û gazî jinên şînê bikin, bila bên! Bişînin pey jinên hunermend, bila werin.

18 Bila bilezînin û şîna me bikin Ku hêsir ji çavê me werin xwarê Û ji bijangên me av biherike.

19 Çimkî ji Siyonê dengê şînê tê û dibêje: ‘Em çawa xera bûn! Em gelekî şermezar bûn! Çimkî me dev ji welêt berda Û wan warên me helak kirin.’”

20 Jinno! Gotina Xudan bibihîzin! Bila guhê we peyva devê wî hilîne! Şînê hînî keçên xwe bikin, Bila herkes lavija şînê hînî cîranê xwe bike.

21 Mirin di kulekan re ket qesrên me Ku zarokên kuçeyan Û xortên meydanan helak bikin.

22 Gotina Xudan ev e: “Wê cendekên mirovan Wekî ziblê bikevin ser axê Û melûya li pey dasvanan bikevin, Wê tu kes wan nede hev.”

23 Xudan wiha dibêje: “Bila şehreza bi şehrezayiya xwe, Mêrxas bi mêrxasiya xwe Û dewlemend bi dewlemendiya xwe pesnê xwe nede.

24 Bila kesê pesnê xwe dide Bi vê yekê pesnê xwe bide: Ew min nas bike û fêm dike ku ez Xudan im Û ez heqî, edalet û dilovaniyê li dinyayê pêk tînim, Çimkî ez bi vê razî dibim.” Ev e gotina Xudan.

25 Gotina Xudan ev e: “Va ye, ew roj tên ku ezê her kesê ku tenê bi bedena xwe sinet bûn ceza bikim;

26 Misrî, Cihûdayî, Edomî, Emmonî, Moavî û hemû kesên ku li beriyê dijîn û kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin. Çimkî tevahiya van miletan bêsinet in û tevahiya Mala Îsraêl di dil de bêsinet in.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan