Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 8 - Kurmanji Încîl

1 Gotina Xudan ev e: “‘Wê gavê wê hestiyên padîşahên Cihûdayê, hestiyên serekan, hestiyên kahinan, hestiyên pêxemberan û hestiyên şêniyên Orşelîmê ji gorên wan bên derxistin.

2 Wê li ber roj, heyv û tevahiya nexşên ezmanan bên raxistin ku wan ji wan hez kir, xulamî kir, da pey wan, lê geriyan û deverû çûn erdê. Wê neyên civandin û neyên veşartin. Wê li ser axê wekî ziblê bimînin.

3 Wê hemû kesên ku ji vî miletê xerab sax mane, li hemû derên ku min ew ajotin, wê di saxiya xwe de, xweziya xwe bi mirinê bînin.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


Guneh û ceza

4 “Ji wan re bêje: Xudan wiha dibêje: “‘Ma mirovê ketiye, ranabe? Kesê ji rê derketiye, venagere?

5 Loma çima ev gel averê dibe Û çima Orşelîm hergav çivanokiya xwe didomîne? Ew hîlekariyê zexim digirin Û red dikin ku vegerin.

6 Min guhdarî kir û bihîst, lê ew rast nabêjin. Tu kes ji xerabiya xwe poşman nabe, Tu kes nabêje: Wey min çi kir?! Herkes wekî hespê ku di şer de dide cirîdan, Vedigere ser riya xwe.

7 Leglega li ezmanan jî demên xwe dizane. Qumrî, hechecik û quling demên koçkirina xwe pêk tînin. Lê gelê min hikmên Xudan nizane.

8 “‘Hûn çawa dibêjin: Em şehreza ne Û Şerîeta Xudan li ba me ye? Va ye pênûsa derewîn a nivîsendeyan, Şerîet kir derew.

9 Şehreza şermezar bûn Û hat şikandin û desteserkirin. Va ye wan gotina Xudan red kir, Ka çi şehrezayî li ba wan heye?

10 Loma ezê jinên wan bidim kesên din Û zeviyên wan bidim dagirkeran. Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.

11 Wan birîna gelê min ê delal, bi sistî kewand. Gava aştî tuneye, ew dibêjin: Aştî, aştî!

12 Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.

13 Gotina Xudan ev e: “‘Ezê wan bi tevahî biqedînim. Wê di mêwê de tirî Û di darhejîrê de hejîrek tunebe, Wê pel jî biçilmisin. Ya ku min daye wan, wê ji wan derkeve.’”

14 Gel dibêje: “Ma em çima li vir rûdinin? Divê em bicivin û bikevin bajarên bisûr, Li wir em bimirin. Çimkî Xwedayê me Xudan em ji mirinê re hiştin. Ji ber ku me li dijî Xudan guneh kir, Wî ava jehrê bi me da vexwarin.

15 Em li hêviya aştiyê man, lê qencî nayê, Em li benda şifayê man, va ye saw tê.

16 Ji Danê firefira hespên dijminan tê bihîstin, Dengê hîrîna hespên wan ên zor tevahiya welêt dilerizîne. Ew tên ku welat û hemû tiştên tê de, Bajar û şêniyên wî daqurtînin.”

17 “Va ye ezê mar û koremarên ku sêrbaz nikare bigire, Bişînim nav we ku bi we vedin.” Ev e gotina Xudan.

18 Kul û kedera bêderman li ser min e, Dilê min xayîs e.

19 Va ye, dengê hewara gelê min ê delal Ji sînorên dûr ên welêt tê. Dibêje: “Ma Xudan ne li Siyonê ye? Padîşahê wê ne li wir e?” –Xudan dibêje: “Loma wan ji bo çi bi pûtên xwe Û tiştên pûç ên xerîb ez hêrs kirim?”–

20 “Dirûn derbas bû, havîn jî xilas bû Û em rizgar nebûn.”

21 Dilê min bi birîna gelê min ê delal, birîndar e, Ez şînê dikim, dilê min bi keder e.

22 Gelo li Gîladê melhem tuneye? Gelo li wir hekîm tuneye? Çima birîna gelê min ê delal nehate dermankirin?

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan