Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 7 - Kurmanji Încîl


Gotinên xapînok ên li ser Mala Xudan

1 Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:

2 “Li dergehê Mala Xudan bisekine û li wir vê peyvê biqîre û bêje: ‘Hemû Cihûdayîno, guh bidin gotina Xudan! Hûn ên ku ji bo perizîna Xudan dikevin van dergehan!

3 Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Rê û kirinên xwe rast bikin ku ez we li vê derê bidim rûniştandin.

4 Ew dibêjin: Ev e Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Lê xwe nespêrin van gotinên derewîn.

5 Heke hûn ji dil rê û kirinên xwe rast bikin û ji hev re adil bin,

6 heke hûn zordariyê li xerîb, sêwî û jinebiyan nekin, li vir xwîna bêsûcan nerijînin û li pey îlahan neçin ku xisarê didin we,

7 wî çaxî ezê li vir, li vî welatî we bidim rûniştandin ku min ji berê ve û heta hetayê daye bav û kalên we.

8 Lê hûn bi gotinên derewîn ên bêfeyde ewle dibin.

9 “‘Dizî, mêrkujî, zina, sonda derewîn, bixûra ji Baal re, çûyîna li pey îlahên ku hûn nas nakin

10 û piştre hatina ber bi min ve, sekna li ber min, li Mala ku bi navê min tê gazîkirin! Paşê jî hûn dibêjin: Em rizgar bûn –û bi tevahiya van kirêtiyan hûn berdewam dikin!

11 Ma ev Mala ku bi navê min tê gazîkirin, li ber çavê we bû şikefta rêbiran? Va ye ez jî dinêrim.’” Ev e gotina Xudan.

12 “‘Niha herin cihê min ê ku li Şîloyê bû. Min pêşî li wir navê xwe bicih kiribû. Bibînin ka min ji ber xerabiya gelê xwe Îsraêl çi anî serê wê derê.’”

13 Gotina Xudan ev e: “‘Niha, ji ber ku we ev kirin û tevî ku min gelek caran ji we re got, we guhdarî nekir û gava min gazî we kir, we bersiv neda,

14 loma min çi anîbe serê Şîloyê, ezê bînim serê vê Mala ku bi navê min tê gazîkirin, min daye we û bav û kalên we û hûn pê ewle ne.

15 Çawa ku min tevahiya ziriyeta Efrayîm û tevahiya birayên we avêtibe, ezê we jî, ji hizûra xwe bavêjim.’

16 “Îcar tu ji bo vî gelî dua neke. Ji bo wan lava û dua neke. Ji min lava neke, çimkî ezê guhdariya te nekim.

17 Ma tu nabînî ew li bajarên Cihûdayê û li kuçeyên Orşelîmê çi dikin?

18 Zarok êzingan didin hev, bav êgir pêdixin û jin hevîr dikin ku ji Şahbanûya Ezmanan re kiloran bipêjin. Ji bo ku min hêrs bikin ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş dikin.”

19 Gotina Xudan ev e: “Ma ew min hêrs dikin? Na! Ew li xwe dikin û xwe didin şermê.

20 “Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê li vê derê, bi ser mirovan, heywanan, darên çolê û berê axê ve hêrs û xezeba xwe birijînim. Wê bişewitîne û netefe.’

21 “Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Qurbanên xwe yên şewitandinê tevî qurbanên xwe yên din zêde bikin û goşt bixwin.

22 Çimkî roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranîn, min li ser qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji wan re negot û li wan emir nekir.

23 Lê min ev li wan emir kir û got: Hûn guhdariya dengê min bikin û ezê bibim Xwedayê we, hûnê jî bibin gelê min. Di hemû riyên ez li we emir dikim de bimeşin ku qencî bi we bibe.

24 Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Ew tenê li gorî şêwra dilê xwe yê hişk û xerab çûn. Ew ne berepêş, lê berepaş çûn.

25 Ji roja bav û kalên we ji welatê Misrê derketine û vir ve, min gelek caran, roj bi roj hemû xulamên xwe yên pêxember şandin ba wan.

26 Lê wan guhdariya min nekir. Wan guh neda û serhişkî kir. Wan ji bav û kalên xwe bêtir xerabî kirin.’

27 “Tê tevahiya van gotinan ji wan re bêjî, lê wê guhdariya te nekin. Tê gazî wan bikî, lê wê bersiva te nedin.

28 Tê ji wan re bêjî: ‘Miletê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir û terbiye qebûl nekir, ev e! Dilsoziya wan a ji bo min nema. Êdî ji devê wan dernakeve.

29 “‘Ya Orşelîm! Porê xwe kur bike û bavêje, Li ser bilindciyên rût û tazî lavijeke şînê bibêje. Çimkî Xudan nifşê ku xezeba wî rakir, red kir û berda.’”


Gunehên li Geliyê Ben-Hînnomê

30 Gotina Xudan ev e: “‘Kurên Cihûda tiştên di çavê min de xerab in, kirin. Wan li nav Mala ku bi navê min tê gazîkirin, kirêtiyên xwe danîn û ew qirêj kir.

31 Wan li Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê, bilindciyên perizînê çêkirin. Wan xwest ku li wir kur û keçên xwe bikin qurban. Lê min ev yek li wan emir nekiribû. Di hişê min de jî derbas nebûbû.’”

32 Gotina Xudan ev e: “‘Loma roj tên ku wê êdî ji wê derê re Tofet û Geliyê Ben-Hînnomê nebêjin, wê bêjin Geliyê Serjêkirinê. Çimkî heta cih nemîne wê wan li Tofetê veşêrin.

33 Wê cendekên vî gelî ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek û wê tu kes wan nelerizîne.

34 Ezê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê nehêlim. Çimkî wê welat wêran bibe.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan