Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 6 - Kurmanji Încîl


Dorpêçana Orşelîmê

1 “Ya kurên Binyamîn! Birevin dereke sitarê, ji Orşelîmê birevin! Li Teqoayê li boriyê bixin, Li Bêthakkeremê alekê deynin. Çimkî wisa xuya ye ku ji bakur belayek Û şikandina mezin tê.

2 Ezê Siyona keçika delal û nazdar tune bikim.

3 Wê şivan bi keriyên xwe re li dijî wê rabin. Wê li derdora wê kon vedin Û hemû li cihê xwe wê keriyên xwe biçêrînin.

4 “Wê bibêjin: ‘Li dijî wê amadekariya şer bikin, Rabin, em nava rojê êrîşî wê bikin!’ Û ‘Wey li me, çimkî roj diçe ava Û siyên êvarê dirêj dibin.

5 Rabin, em bi şev êrîşî wê bikin Û bircên wê xera bikin.’”

6 Çimkî Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Daran bibirin û li dijî Orşelîmê palan ava bikin, Ev bajarê ku divê bê cezakirin, Di nav wê de, ji xeynî zordestiyê tiştek tuneye.

7 Çawa ku bîr ava xwe teze dihêle, Ew jî xerabiya xwe wisa teze dihêle. Zordarî û zordestî ji wê derê tê bihîstin, Li ber min hergav birîn û nexweşî hene.

8 Ya Orşelîm, hay ji hişyariyan hebe! Yan na, wê dilê min ji te bixele, ezê te wêran bikim Û te bikim welatekî ku lê nayê rûniştin.”

9 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Çawa mêw tên efarekirin, Wê Îsraêliyên saxmayî jî bên civandin. Wekî kesê çûye berhevkirina tirî, Careke din destê xwe bavêje çiqlên mêwê.”

10 Ez bi kê re bipeyivim? Ez kê hişyar bikim ku guhdarî bike? Va ye, guhê wan giran in, ew baş nabihîzin. Gotina Xudan li gorî wan riswabûnek e, Dilê wan pê şa nabe.

11 Loma ez bi xezeba Xudan tije me, Ji ragirtina xwe ez westiyam. “Tu tevahiya wê bi ser zarokên li kuçeyan Û koma xortan de birijîne. Çimkî hem mêr hem jin, Kesên kal û bi salan ve çûne jî wê bên girtin.

12 Wê malên wan, zeviyên wan û jinên wan Ji hinekên din re bimînin. Çimkî ezê destê xwe, Li dijî şêniyên welêt dirêj bikim.” Ev e gotina Xudan.

13 “Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.

14 Wan birîna gelê min bi sistî kewand. Gava aştî tuneye, ew dibêjin: ‘Aştî, aştî!’

15 Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye. Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava ez wan ceza bikim, wê biterpilin” dibêje Xudan.

16 Xudan wiha dibêje: “Li ser riyan bisekinin û binêrin. Pirsa riyên herheyî bikin, Pirsa riya baş bikin û tê de bimeşin. Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Lê wan got: ‘Em tê de nameşin.’

17 Min nobedar danîn ser serê we ku gotin: ‘Guhdariya dengê boriyan bikin.’ Lê wan got: ‘Emê guhdariyê nekin.’

18 Loma miletno, bibihîzin! Civato! Ya ku wê bê serê wan bizanin.

19 Erdo bibihîze! Va ye, ez belayekê bi ser vî gelî ve tînim, Ez berê fikrên wan tînim. Çimkî wan guhdariya gotina min nekir, Wan Şerîeta min jî red kir.

20 Hûn çima ji min re guniyê Sebayê Û qamîşê bêhnxweş ê welatên dûr tînin?! Ez pêşkêşiyên we yên şewitandinê qebûl nakim Û qurbanên we jî, ne bi dilê min in!”

21 Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê tiştên terpilînê deynim ber vî miletî Ku tê de biterpilin. Bi hev re wê bav û kur, dost û cîran tune bibin.”

22 Xudan wiha dibêje: “Va ye, ji herêma bakur ve miletek tê, Ji binê dinyayê ve miletekî mezin dikeve nava liv û tevgerê.

23 Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in, Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye. Ew li hespan siwar dibin, Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine. Ew li dijî te ne, ya Siyona keç!”

24 Me xebera wan bihîst Û destê me sist bû. Wekî jina ber zarokan, Êş û tengasiyê em girtin.

25 Neçin çolê Û li ser rê nemeşin. Di destê dijmin de şûr, Li her derê saw heye.

26 Ya gelê min ê delal! Çûx li xwe bike Û xwe di nav xweliyê de bigevizîne. Çawa tu şîna kurê xwe yê yekta dikî, Wisa jî bi şewat li xwe bixe. Çimkî wê xerabkar jinişkave bi ser me ve bê.

27 “Min li nav gelê xwe tu kirî çavdêr û kesê diceribîne Ku tu riyên wan biceribînî û fêm bikî.

28 Hemû jî gelekî serhildêr in, fesadiyê dikin. Wekî tûnc û hesin in, hemû xerabiyê dikin.

29 Pifik herdem pif dike, agir risas dihelîne. Lê beredayî dihelîne, çimkî xerab naçin.

30 Wê ji wan re: ‘Zîvê bêkêr’ bêjin, Çimkî Xudan ew red kirin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan