Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 51 - Kurmanji Încîl

1 Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê li dijî Babîlê û şêniyên Lêv-Qamayê, Bayekî rakim ku helak dike.

2 Ezê kesên bênderan didêrînin bişînim Babîlê Ku welatê wê bidêrînin û vala bikin. Di roja xerab de, wê ji her alî ve bi ser wê de bên.

3 Bila tîravêj kevanê xwe netikîne, Bila zirxê xwe jî li xwe neke. Li ber xortên wê nekevin! Artêşa wê bi tevahî tune bikin.

4 Wê li welatê Kildaniyan kuştî, Li kuçeyên Babîlê birîndar bikevin.

5 Lê tevî ku welatê wan Li dijî Pîrozê Îsraêl bi sûc tije ye, Îsraêl û Cihûda ji aliyê Xwedayê xwe ve, Ji aliyê Xudanê Karîndar ve nehatiye berdan.

6 Ji Babîlê birevin! Bila herkes canê xwe xilas bike. Ji ber sûcê wê nemirin. Çimkî ev e, dema heyfa Xudan! Ew bergîdana karê wê dide.

7 Babîl kasa zêrîn bû di destê Xudan de Ku tevahiya dinyayê serxweş dike. Miletan ji şeraba wê vexwar, Bi vî awayî har bûn.

8 Babîl jinişkave ket û şikest, Ji bo wê bikin zarîn! Ji bo êşa wê melhem bistînin, Belkî şifayê bibîne.

9 Wê bêjin: ‘Em rabûn şifayê bidin Babîlê, lê şifa nedît. Wê bihêlin, em hemû herin welatê xwe. Çimkî dadbariya wê gihîşt ezmanan, Bilind dibe heta ewran.

10 Xudan em rûspî derxistin. Em rabin, li Siyonê karên Xwedayê xwe Xudan bêjin!’

11 “Tîran tûj bikin! Tîrdankan tije bikin! Xudan ruhê padîşahên Medan hişyar kir, Armanca wî hilweşandina Babîlê ye. Çimkî ev heyfa Xudan e, Heyfa Perestgeha wî ye.

12 Li dijî sûrên Babîlê alê daçikînin. Nobedaran xurt bikin, çavdêran bi cih bikin. Kemînan deynin, Çimkî Xudan li dijî şêniyên Babîlê gotiye, Pîlanek kiriye û pêk jî aniye.

13 Bajarê li ber ava boş rûdine Û gelek xezîneyên wî hene! Dawiya te hat, tayê jiyana te hatiye qetandin.

14 Xudanê Karîndar bi serê xwe sond xwar, Ezê te wekî refê kuliyan bi leşkeran tije bikim. Wê li dijî te qîrîna serketinê bikin.


Pesindana Xwedê

15 “Wî bi hêza xwe erd afirand, Bi şehrezayiya xwe dinya danî Û bi fêmdariya xwe ezman tikand.

16 Gava ew dengê xwe dike, li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ji bo baranê brûskan çêdike, Ew ji embarên xwe bayê dertîne.

17 Her kes ehmeq û nezan e, Her zêrker ji ber pûtên xwe şerm dike, Çimkî pûtên wî yên rijandî derew ne, Hilma wan tuneye.

18 Ew pûç û vala ne, karên hîleyê ne. Di dema cezakirina wan de wê tune bibin.

19 Para Aqûb ne wekî wan e, Çimkî Yê ku şikil dide her tiştî ew e Û Îsraêl eşîra mîrasa wî ye. Navê wî Xudanê Karîndar e.


Babîl tê cezakirin

20 “Tu gurz û çekê min ê şer bûyî. Min bi te milet diperçiqandin, Bi te welat helak dikirin.

21 Bi te hesp û siwar diperçiqandin, Bi te erebeyên şer û siwarên wan diperçiqandin.

22 Bi te jin û mêr diperçiqandin, Bi te xort û kal dişikandin, Bi te kur û keç diperçiqandin.

23 Bi te şivan û keriyên wan dişikandin, Bi te cot û cotkar dişikandin, Bi te walî û qeymeqam dişikandin.

24 “Ezê li ber çavê we, Bergîdana hemû xerabiya Babîl û Kildaniyan bidim Ku wan li Siyonê kiriye.” Ev e gotina Xudan.

25 “Ya çiyayê ku xera dike! Ya yê ku tevahiya dinyayê xera dike! Ez li dijî te me!” Ev e gotina Xudan. “Ezê destê xwe li dijî te dirêj bikim Û te ji zinaran gêrî xwarê bikim. Ezê te bikim çiyayekî şewitandî

26 Û wê tu kevirekî ji bo rikin û bingehê ji te nestînin. Lê tê bibî wêraneyeke herheyî.” Ev e gotina Xudan.

27 “Li welêt alê biçikînin, Di nav miletan de li boriyê bixin. Miletan li dijî wê amade bikin, Li dijî wê gazî padîşahiyan bikin, Gazî Ararat, Minnî û Aşkenazê bikin. Li dijî wê fermandarek kifş bikin, Bi qasî refên kuliyên dijwar, hespan derînin.

28 Miletan –padîşahên Medan, Tevî walî û serekên wan Û hemû welatên di bin serweriya wan de ne– Li dijî wê amade bikin.

29 Welat dilerize û êş dikişîne, Çimkî wê armanca Xudan a li dijî Babîlê pêk bê Ku welatê Babîlê bike wêraneyek. Wê bêkes bimîne.

30 Mêrxasên Babîlê dev ji şerkirinê berda, Ew li asêgehên xwe dimînin. Hêza wan ziwa bûye, wekî jinan bûne. Xaniyên wê dişewitin, zirzeyên dergehên wê şikestin.

31 Qasidek dilezîne, rastî qasidê din tê, Şandî jî rastî şandiyê din tê Ku ji Padîşahê Babîlê re bibêje: ‘Seranserê bajêr desteser bûye!

32 Bihorên çeman hat girtin, Qamirgeh hatin şewitandin. Şervan ketin sawê!’”

33 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bêndera dema gêreyê çawa be, Wê Babîla keç jî wisa be. Hindik ma, wê dema te ya çinînê were!”

34 “Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê em têk birin, Wî em daqurtandin, kirin taximê vala Û wekî cinawirê deryayê em daqurtandin. Wî zikê xwe bi xweşiyên me tije kir, Lê paşê em vereşandin.

35 Bila zordariya ku li bedena min hat kirin, Di stûyê Babîlê de be,” Wê şêniyên Siyon wisa bêjin! Wê Orşelîm wiha bêje: “Bila xwîna min di stûyê Kildaniyan de be.”


Wê Xwedê alîkariya gelê Îsraêl bike

36 Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê doza te biparêzim û heyfa te bistînim. Ezê deryaya wê biçikînim û kaniya wê ziwa bikim.

37 Wê Babîl bibe şikêra keviran, warê çeqelan Û mijara saw û fîkandinê. Wê tu kes lê rûnene.

38 Wê Babîlî wekî şêrên ciwan, Wekî ferxê şêran bi hev re bikin himîn.

39 Gava ew çavsor bibin, Ezê ziyafetekê çêkim û serxweş bikim Ku bi kêfxweşî şa bibin Û bikevin xewa herheyî û hişyar nebin.” Ev e gotina Xudan.

40 “Ezê wan wekî berxan, beran û nêriyan, Bibim ber serjêkirinê.


Dawiya Babîlê

41 “Şêşax çawa desteser bû! Pesnê tevahiya dinyayê hatiye standin! Babîl di nav miletan de çawa bû mijara sawê!

42 Wê derya li ser Babîlê bilind bibe, Wê pirbûna pêlan wê binixême.

43 Wê bajarên wê bibin mijara sawê! Wê bibe axeke ziwa û berî Û welatê bêkes ê ku tu mirov tê re naçe.

44 Ezê Bêlê îlah li Babîlê ceza bikim Û ya ku daqurtandiye ji devê wî derînim. Êdî wê milet neherikin ba wî îlahî, Wê sûrên Babîlê bikevin.

45 “Ya gelê min, jê derkeve! Bila herkes canê xwe Ji hêrsa Xudan a dijwar rizgar bike!

46 Ji ber xebera hûnê li welêt bibihîzin, Wêrekiya dilê xwe winda nekin, netirsin! Salekê xeberek tê, sala din xeberek din jî tê. Wê li welêt zordarî çêbe Û wê serwer li dijî serwer rabe.

47 Loma va ye, ew roj tên Ku ezê pûtên Babîlê ceza bikim. Wê tevahiya welatê wê şerm bike, Wê hemû kuştiyên wê li nava wê bikevin.

48 Wê gavê wê erd, ezman û her tiştê tê de Li ser Babîlê ji kêfê biqîrin. Çimkî wê xerabkar ji bakur bi ser wê de werin.” Ev e gotina Xudan.

49 Çawa ku ji ber Babîlê kuştiyên tevahiya dinyayê ketine, Divê ji ber kuştiyên gelê Îsraêl, Babîl jî bikeve.

50 Ya filitiyên şûr, herin! Nesekinin! Li welatê dûr, Xudan bi bîr bînin, Orşelîmê ji dilê xwe dernexin.

51 Em şermezar bûn, me riswatî bihîstin, Rezîlbûnê rûyê me nixamt. Çimkî xerîb ketin cihên pîroz ên Mala Xudan.

52 “Loma ew roj esse tên Ku ezê pûtên wê ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Wê birîndar li seranserê welatê wê binalin.

53 Babîl heta ezmanan jî bilind bibe, Bircên xwe yên li bilindciyan xurt jî bike, Ezê xerabkaran bi ser wê de bişînim.” Ev e gotina Xudan.

54 “Dengê hewaran ji Babîlê, Şikestina mezin a ji welatê Kildaniyan tê!

55 Çimkî Xudan Babîlê xera dike Û dengê wê yê mezin tune dike. Pêlên wan wekî ava rabûyî guregur e, Xirecira tevliheviya wan tê.

56 Wê xerabkarek bi ser wê de were, Erê, bi ser Babîlê de were. Wê mêrxasên wê bên desteserkirin Û kevanên wê bên şikandin. Çimkî Xudan, Xwedayê bergîdanê ye, Bi tevahî bergîdanê dide.

57 Ezê serek û şehrezayên wê, Walî, qeymeqam û mêrxasên wê serxweş bikim. Wê bikevin xewa giran û hişyar nebin.” Ev e gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e.

58 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Sûrên Babîlê yên fireh wê bi tevahî hilweşin, Wê dergehên wê yên bilind bişewitin. Wê keda miletan vala here, Hewldana neteweyan bi tenê kêrî êgir were.”


Gotina Yêremyayê Pêxember digihîje Babîlê

59 Gotina ku Yêremyayê Pêxember di çarsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, gava ew pê re çû Babîlê, li Serayayê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya emir kir, ev e. Seraya serpeywirdar bû.

60 Yêremya hemû xerabiyên bên serê Babîlê û hemû gotinên li ser Babîlê di nivîsekê de nivîsandibûn.

61 Yêremya ji Seraya re got: “Gava tu hatî Babîlê, hay jê hebe û ji bîr neke tevahiya van gotinan bixwîne.

62 Bêje: ‘Ya Xudan, te bi xwe got tê vî cihî xera bikî ku ne mirov, ne jî heywan, tu şênî nebe û herdem wêran bimîne.’

63 Gava te xwendina vê nivîsê qedand, nivîsê bi kevirekî ve girê bide, bavêjê ava Feratê

64 û bêje: ‘Wê Babîl jî wisa noqav be û ji ber xerabiya ezê bînim serê wê, wê careke din ranebe.’” Gotinên Yêremya li vir diqedin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan