Yêremya 49 - Kurmanji ÎncîlGotina li dijî Emmoniyan 1 Li dijî Emmoniyan: Xudan wiha dibêje: “Ma kurên Îsraêl tunene? Mîrasxurê wî tuneye? Nexwe çima Molek Gadî qewitandin Û gelê wî li bajarên wan rûdinin?” 2 Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku ezê qîrîna şer Li dijî Rabbaya Emmoniyan bidim bihîstin. Wê Rabba bibe xirbeyekî demên berê û gundên wê bên şewitandin. Paşê wê gelê Îsraêl, kesên ew qewitandiye biqewitîne.” Ev e gotina Xudan. 3 “Ya Heşbon, bizare! Bajarê Ayê wêran bû. Ya keçên Rabbayê, bikin hewar! Çûx li xwe bikin û şînê bikin, Li nav sûrên xwe virde wêde diçin û tên. Çimkî wê Molek bi kahin û karmendên xwe re here sirgûnê. 4 Ya keça çivanok! Tu çima bi deştên xwe pesnê xwe didî? Dexlê deştên te kêm dibe. Te xwe spartiye xezîneyên xwe û dibêjî: ‘Wê kî bi ser min de were?’” 5 Gotina Reb Xudanê Karîndar ev e: “Va ye, ezê ji hemû gelên derdora we, Bi ser we de sawê bînim. Wê her kesê ji we bi aliyekî ve belav bibe Û wê tu kes firaran nede hev. 6 “Lê piştre ezê Emmoniyan vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan. Gotina li dijî Edomê ( Ovadya 1-6 ) 7 Li dijî Edomê: Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Gelo êdî li Têmanê şehrezayî tuneye?! Ma şîreta fêmdaran qediya? Şehrezayiya wan qels bû? 8 Ya şêniyên Dedanê! De bizivirin, birevin! Di derên kûr de xwe veşêrin! Çimkî gava ez ceza bikim, Ezê felaketa Esaw bînim serê wan. 9 Heke kesên tirî diçinin biketana rezê te, Wê çend weşî ji te re bihiştana. Heke diz bi şev bihatana, Wê tenê bi têra xwe talan bikirina. 10 Lê ezê Esaw şilfîtazî bikim, Cihên wî yên xewle vekim. Wê nikaribe xwe veşêre. Ziriyeta wî, bira û cîranên wî wê helak bin, Wê bi xwe jî tunebe. 11 Tu sêwiyên xwe ji min re bihêle, Ezê jiyana wan berdewam bikim. Bila jinebiyên te bi min ewle bin.” 12 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Kesên heq nekirine jî kasa cezayê vedixwin, Gelo kesekî wekî te wê bêceza bimîne?! Na! Tê bêceza nemînî û esse vexwî!” 13 Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’” 14 Min ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin. Dibêje: “Bicivin, bi ser Edomê de herin! Rabin, em şerê wan bikin! 15 “Va ye ezê te di nav miletan de biçûk bikim, Wê mirov te kêm bibînin. 16 Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan. 17 “Wê Edom bibe mijara sawê. Her kesê derbas bibe, Wê şaş û metel bimîne Û ji ber hemû belayên hatine serî, bifîkîne. 18 Çawa Sodom û Gomora Û cîranên wan serobino bûn, Wê mirov li wir rûnene, Wê tu kurê mirovan li wê derê nemîne.” Ev e gotina Xudan. 19 “Va ye, wekî şêrê ku ji nav deviyên Çemê Şerîayê dertê mêrga avî, Ezê jinişkave Edomê ji cihê wê biqewitînim. Kesê ez hilbijêrim, ezê li ser wan bikim serwer. Gelo, yê wekî min heye? Ma kî dikare dozê li min veke? Şivanê li ber min bisekine kî ye? 20 Loma pîlana Xudan a li dijî Edomê, Armanca wî ya li ser şêniyên Têmanê bibihîzin! Wê karik û berxik bên kaşkirin, Ji rûyê wan, wê mêrgên wan wêran bike. 21 Ji qareqara ketina wan, wê erd biheje, Wê dengê hewara wan bigihîje heta Derya Sor. 22 Wê wekî teyran bifire, bilind bibe Û li dijî Bosrayê baskên xwe vede. Wê rojê wê dilê mêrxasên Edomê Bibe wekî dilê jina ber zarokan.” Gotina li dijî Şamê 23 Li dijî Şamê: “Ji ber ku xeberên xerab bihîstin Hama û Arpad şermezar bûn, Ji tirsê heliyan. Wekî deryayê, xembar in Û nikarin rihet bin. 24 “Şam sist bû, ew dizivire, direve. Lerzê pê girt. Wekî jina ber zarokan, Êş û tengasiyê ew girt. 25 Bajarê navdar, bajarê ku min şahî lê dîtiye, Çima bernedan? 26 Loma wê xortên wê li meydanên wê bikevin, Wê rojê wê hemû şervan bêdeng bin” Ev e gotina Xudanê Karîndar. 27 “Ezê êgir bi sûrên Şamê bixim Ku qesrên Ben-Hadad bixwe.” Gotina li dijî Qêdar û Hasorê 28 Li dijî Qêdar û padîşahiyên Hasorê ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê êrîşî wan kir: Xudan wiha dibêje: “Rabin, êrîşî Qêdarê bikin, Rojhilatiyan xera bikin! 29 Pez û konan, perde û taximên wan bistînin, Deveyên wan ji xwe re bibin. Wê hewara wan bilind bibe Û bibêje: ‘Li her derê saw heye!’ 30 Ya şêniyên Hasorê! Birevin, li derên dûr belav bibin, Li şikeftên kûr bisitirin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Li dijî we pîlanek çêkir, Armanca wî li dijî we heye. 31 Rabin, êrîşî miletekî bikin Ku di bêxemî û ewlehiyê de rûdine.” Ev e gotina Xudan. “Dergeh û zirzeyên wan tunene, Bi tena serê xwe rûdinin. 32 Wê deveyên wan bên talankirin, Wê dewarên wan ên gelek bibin malê talên. Ezê kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin, Li her derê belav bikim. Ezê ji her alî ve belayan bînim serê wan.” Ev e gotina Xudan. 33 “Wê Hasor bibe warê çeqelan û wêraneya herheyî. Wê mirov li wir rûnene, Wê tu kurê mirovan li wê derê nemîne.” Gotina li dijî Elamê 34 Gotina li dijî Elama ku di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de ji Yêremyayê Pêxember re hat, ev e: 35 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye ezê kevanê Elamê, Bingeha hêza wan bişikênim. 36 Ezê ji çar aliyên ezmanan, Çar bayan bi ser Elamê de bînim. Ezê wan ber bi van hemû bayan ve belav bikim. Wê tu milet tunebe ku Sirgûniyên Elamê neçin ba wan. 37 Ezê Elamê li ber dijminên wan, Li ber kesên li pey kuştina wan, bişikênim. Ezê hêrsa xwe ya rabûyî Û xerabiyê bi ser wan de bînim.” Ev e gotina Xudan. “Heta ez wan biqedînim, Ezê şûr li pey wan bişînim. 38 Ezê li Elamê textê xwe deynim Û padîşah û serekan tune bikim.” Ev e gotina Xudan. 39 “Lê di rojên pêş de, Ezê Elamê vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey