Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 48 - Kurmanji Încîl


Gotina li dijî Moavê

1 Li dijî Moavê: Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Wey li Neboyê! Wê wêran bibe. Wê Qîryatayîm şermezar be û bikeve dest, Wê birc şermezar bin û bişikên.

2 Êdî wê pesnê Moavê nemîne, Li Heşbonê wê li dijî wê fen û fût bikin. Wê bibêjin: ‘Werin em bişikênin, Bila ji miletbûnê bikeve!’ Madmênîno! Hûnê hiş bin! Wê şûr li pey we keve.

3 Wê li Horonayîmê hewar bê bihîstin, Hilweşîn û şikestina mezin!

4 “Wê Moav hilweşe, zarokên wê dikin hewar.

5 Çimkî bi girî ji Hevrazê Lûhît dertên. Ew li berjêrê Horonayîmê, Hewara tengasî û şikandinê dibihîzin.

6 Birevin! Canê xwe rizgar bikin, Bibin wekî kerê çolê yê li beriyê!

7 “Ji ber ku te xwe spart kar û xezîneyên xwe, Tê jî bêyî standin. Wê îlahê te Kemoş jî, Bi kahin û serekên xwe re sirgûn bibe.

8 Çawa ku Xudan got, Wê xerabkar here her bajarî Û wê tu bajar rizgar nebe. Hem gelî hem deşt wê tune bibin.

9 Xwê li ser axa Moavê bireşînin ku bêber be. Wê bajarên wê wêran û bêkes bin.

10 Nalet li wî kesî ku karên Xudan bi sistî dike, Nalet li wî kesî ku şûrê xwe ji xwînrijandinê diparêze.

11 Moav ji xortaniya xwe ve bêxem bû. Wekî şerabê, li ser ritama xwe ma, Ji ceran valayî cerên din nekirin. Ji ber ku neçû sirgûnê, Çêj ma û bêhna wê neguherî.”

12 Gotina Xudan ev e: “Loma va ye! Roj tên ku ezê şerabçêkeran bişînim ku ceran vala bikin û li cerên din bixin. Wê cerên wan birijînin û perçe bikin.

13 Çawa ku Mala Îsraêl li Bêt-Êlê şerm kir ku pê ewle bûye, wê Moav ji Kemoşê îlah wisa şerm bike.

14 “Tu çawa dibêjî, ‘Em mêrxas in û şervanên amade ne’?

15 Xerabkarê Moavê û bajarên wê hat Û xortên wê yên bijare ji bo ku bên serjêkirin daketin.” Ev e gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e.

16 “Felaketa Moavê nêzîk e, Belaya wan bi lez tê.

17 Ya kesê derdora Moavê, Ya her kesê navê wan dizane binale! Bêje: ‘Gopalê hêzê û darê berziyê çawa şikest!’

18 “Ya şêniyên Dîvona keç! Ji bilindbûnê dakevin, li axa ziwa rûnin! Çimkî wê xerabkarê Moavê Li dijî we jî rabe û sûrên we hilweşîne.

19 Ya şêniyên Eroêrê! Li keviya rê bisekinin û binêrin! Ji zilamê direve û jina difilite bipirse: ‘Çi bû?’

20 Moav şikest loma şermezar bû, Bikin hewar û zarîn! Wêranbûna Moavê li Geliyê Arnonê bidin bihîstin!

21 “Dadbarî bi ser welatê deştê de tê. Erê, wê bi ser Holon, Yahas, Mefaet,

22 Dîvon, Nebo, Bêtdîvlatayîm,

23 Qîryatayîm, Bêtgamûl, Bêtmeon,

24 Qeriyot, Bosra û hemû bajarên welatê Moavê yên dûr û nêzîk de werin.

25 Hêza Moavê hat birîn û zendê wê hat şikestin.” Ev e gotina Xudan.

26 “Ji ber ku li dijî Xudan xwe mezin kir, Moavê serxweş bikin. Bila di nav vereşîna xwe de Biperpite û ew jî bibe pêkenok!

27 Moavîno! Ma Îsraêl di çavê te de pêkenok bû?! Gelo ma di nav dizan de hatiye girtin, Gava behsa wî dikin, hûn serê xwe dihejînin?!

28 “Ya şêniyên Moavê! Dev ji bajaran berdin, li zinaran bijîn. Wekî wê kevokê bin ku hêlîna xwe li ser keviya geliyekî çêkiriye.

29 Moav gelekî pozbilind e! Me quretî, pozbilindî, kustahî, Pesindan û berzeqiya dilê wê bihîst.”

30 Gotina Xudan ev e: “Ez bi nepixandinên wî dizanim, Kar û pesindanên wî pûç û vala ne.

31 Loma ezê ji bo Moavê bikim zarîn, Erê, ji bo tevahiya Moavê bikim hewar Û ji bo gelê Qîr-Herasetê şînê bikim.

32 Ya mêwa Sîvmayê, Ezê ji bo te ji Yazêrê zêdetir bigirîm. Guliyên te ji golê borîn, gihîştin Yazêrê. Xerabkar bi ser rez û fêkiyên te yên havînê de hat.

33 Ji axa Moavê ya biber, şahî û dilgeşî hat rakirin, Min şerab ji mehseran birî. Tu kes bi şahî tirî naguvêşe, Qîrîn hene, lê ne qîrînên şahiyê.

34 “Hewara Heşbon û Êleleyê digihîje Yahasê, Ji Soarê heta Horonayîmê û Eglat-Şelîşiyayê deng tê. Çimkî ava Nimrîmê jî ziwa bû.

35 Ezê dawiya kesên li Moavê bînim Ku li ser bilindciyan pêşkêşiyan didin Û ji îlahên xwe re bixûrê pêdixin.” Ev e gotina Xudan.

36 “Loma dilê min bûye bilûr Û ji bo Moavê dinale. Ji bo gelê Qîr-Herasetê jî Dilê min wekî bilûrê dinale. Çimkî serweta wan tune bû.

37 “Porê her serî hatiye rûtkirin, Her rih hatiye kurkirin. Li ser her destî, birîn û li piştan tenê çûx heye.

38 Li ser her ban û meydana Moavê, her der şîn dike. Çimkî min Moav wekî taximekî şikand ku tu kes naxwaze.” Ev e gotina Xudan.

39 “Moav çawa şikestibû, çawa dike zarîn! Moav ji şermê pişta xwe zivirand. Moav ji bo hemû kesên derdora xwe Bû pêkenok û mijara sawê.”

40 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye dijmin wekî teyrekî difire, Baskên xwe bi ser Moavê ve vedike.

41 Qeriyot hat standin, asêgeh ketin dest. Wê rojê wê dilê mêrxasên Moavê, Wekî dilê jina ku ketiye ber zarokan be.

42 Ji ber ku li dijî Xudan xwe mezin kir, Wê Moav heta ji miletbûnê derkeve, tune bikin.

43 Ya şêniyên Moavê! Saw, çal û dafik li ber we ne!” Ev e gotina Xudan.

44 “Kesê ji sawê direve, wê bikeve çalê, Kesê ji çalê derkeve jî wê bikeve dafikê. Çimkî ezê sala cezakirinê bînim ser Moavê.” Ev e gotina Xudan.

45 “Firar di siya Heşbonê de bêhêz sekinîn, Çimkî ji Heşbonê agir û ji Sîhonê pêt derket Ku eniya Moavê û serê gelê qareqar dikin, xwarin.

46 Ya Moavîno! Wey li we! Gelê Kemoş tune bû. Çimkî kurên te sirgûn, keçên te jî êsîr bûn.

47 “Lê di rojên pêş de, Ezê Moavê vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan. Dadbarkirina Moavê li vir xilas dibe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan