Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 47 - Kurmanji Încîl


Gotina li dijî Filîstiyan

1 Gotina Xudan a li dijî Filîstiyan ku beriya Firewn êrîşî Xezayê kir, ji Yêremyayê Pêxember re hat ev e:

2 Xudan wiha dibêje: “Va ye av ji bakur bilind dibe, Wê bibe lehiya ku dide ber xwe û dibe! Wê bi ser welêt û her tiştê tê de, Bi ser bajêr û şêniyên wî de were. Wê mirov bikin hewar, Wê hemû şêniyên welêt bizarin.

3 Wê ji dengê beza simên hespên hêzdar, Ji teqereqa erebeyan û xirecira tekelan, Bav ji bo rizgarkirina zarokên xwe jî nezivirin. Destê wan sist bû,

4 Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne.

5 Wê Xeza rût û Aşqelon bêdeng be. Ya saxmayiyên deştê! Hûnê heta kengê bedena xwe birîndar bikin?

6 Ax şûrê Xudan! Tê heta kengê bidomînî? Bikeve kalanê xwe, bisekine û bêdeng be.

7 Lê gava Xudan emir da Û kifş kir ku êrîşî Aşqelonê û keviyên deryayê bike, Wê şûr çawa bisekine?”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan