Yêremya 46 - Kurmanji ÎncîlGotina li dijî Misrê ya têkçûna li Karkemîşê 1 Ev gotina Xudan a li dijî miletan e ku ji Yêremyayê Pêxember re hat. 2 Gotin li dijî Misrê û artêşa Nexoyê Firewnê Misrê hat ku li bajarê Karkemîşa li keviya Çemê Feratê dima û Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê di sala çaran a Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoşiya de ew têk bir ev e: 3 “Mertalên biçûk û mezin amade bikin, rabin şer! 4 Hespan amade bikin, siwar bin! Kumzirxên xwe li xwe bikin, tevdîra şer bikin! Rimên xwe tûj bikin, zirxên xwe wergirin! 5 Ez çi bibînim? Ew bizdiyane û vekişiyane. Mêrxasên wan şikestin, lingo qurbano direvin! Li pey xwe nanêrin, Li her derê saw heye.” Ev e gotina Xudan. 6 “Lê kesê lingsivik nikare bireve, Mêrxas nikare bifilite. Li bakur, li ber Çemê Feratê, Ew terpilîn û ketin. 7 Ev kî ye ku wekî Nîlê radibe? Wekî çeman ava wê dibe lehî. 8 Ew Misir e ku wekî Nîlê radibe Û wekî çeman ava wê dibe lehî. Wî got: ‘Ezê rabim û erdê binixêmim, Ezê bajar û şêniyên wan tune bikim.’ 9 Hespno, rabin herin! Erebeyên şer, mîna haran êrîş bikin! Bila mêrxas herin! Kûşî û Pûtî yên bimertal Û tîravêjên Lûdî herin! 10 “Çimkî ew roj, roja Reb Xudanê Karîndar e. Ev, roja tolhildanê ye ku ew ji neyarên xwe tolê bistîne. Wê şûr bixwe û têr bibe, Wê têra xwe ji xwîna wan vexwe. Çimkî li herêma bakur, li kêleka Çemê Feratê, Qurbana Reb Xudanê Karîndar heye. 11 “Ya Misra keça xama! Here Gîladê, melhemê hilde. Tu dermanan beredayî bi kar tînî, Ji bo te şifa tuneye. 12 Miletan şerma te bihîst, Dinya bi hewara te tije bû. Çimkî mêrxas li mêrxasan terpilîn, Herdu bi hev re ketin.” Gotina li dijî Misrê ya êrîşkirina Nebûxadnessarê Padîşah 13 Gotina Xudan li ser hatin û êrîşkirina Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ya li dijî welatê Misrê ku wî ji Yêremyayê Pêxember re got, ev e: 14 “Ji Misrê re bêjin! Li Mîgdolê bidin bihîstin! Li Memfîsê û li Tahpanhêsê jî bidin bihîstin. Bêjin: ‘Tevdîra şer bikin, Çimkî wê şûr kesên derdora te daqurtîne.’ 15 Ji bo çi Apîsê îlahê te reviya? Çima boxeyê te li ser piyan nema? Çimkî Xudan ew li erdê xist. 16 Piraniya wan li hev terpilîn û ketin. Wan got: ‘Rabin em ji rûyê şûrê zordar, Vegerin gelê xwe û welatê ku em lê çêbûne.’ 17 Wê li wir ji Firewnê Padîşahê Misrê re bêjin: ‘Zirtoyê ku fersend ji dest da.’” 18 Gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e, ev e: “Ez bi serê xwe kim, Çiyayê Tavorê di nav çiyayan de çawa be, Çiyayê Karmelê li kêleka deryayê çawa be, Êrîşkarekî ewqasî mezin tê. 19 Ya şêniyê Misra keç! Rabe ji bo sirgûnê tevdîra xwe bike. Çimkî wê Memfîs wêran be Û bibe xirbeyeke bêkes. 20 “Misir wekî çêlekeke ciwan a xweşik e, Lê ji bakur ve kermozek bi ser de tê. 21 Leşkerên bipere yên di nav wan de jî Wê wekî golikên dermalekirî Bizivirin û bi hev re birevin. Wê li cihê xwe nesekinin. Çimkî roja felaketa wan, Roja wan a cezakirinê tê. 22 “Wê Misir wekî marekî bike xuşîn û bireve, Çimkî wê artêşa dijminên wê pêşve biçe. Wekî darbiran wê bi biviran êrîşî wê dike. 23 Tevî ku daristana wê gur e jî, wê bibirin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ew ji kuliyan zêdetir in, nayên hejmartin. 24 Wê Misra keç şermezar be Û bikeve destê miletekî bakur.” 25 Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ezê Amonê îlahê Tebesê, Firewn, Misir, hemû îlahên wê û padîşahên wê, erê ezê Firewn û kesên pê ewle ne ceza bikim. 26 Ezê wan bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û xulamên wî ku li pey kuştina wan in. Lê paşê, wekî berê wê mirov li Misrê rûnin.” Ev e gotina Xudan. Wê Xwedê gelê xwe rizgar bike 27 “Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.” 28 Gotina Xudan ev e: “Ya Aqûbê xulamê min, netirse! Çimkî ez bi te re me. Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvan terbiye bikim Û bêceza nehêlim.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey