Yêremya 45 - Kurmanji ÎncîlHêviyek ji Barûkê Nivîsende re tê 1 Yêremyayê Pêxember ev gotin ji Barûkê kurê Nêriya re digotin û Barûk jî, ji devê wî ev li ser tomarekê dinivîsandin. Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de Yêremya jê re got: 2 “Barûko! Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re wiha dibêje: 3 ‘Te got: Wey li min! Çimkî Xudan kûl û keder danî ser êşa min. Ez ji nalînê westiyam, ji min re rihetî tuneye.’ 4 “Loma Xudan ji min re got: ‘Tê jê re wiha bêjî: Ezê ya ku min ava kiriye hilweşînim û ya min daçikandiye ango seranserê welêt ji kokê rakim. 5 Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan! Çimkî hindik maye ku ez xerabiyê bi ser hemû beşerê ve bînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Lê li her dera ku tu heriyê, ezê canê te ji te re bikim malê talên.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey