Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 44 - Kurmanji Încîl


Pûtperestiya Cihûdayiyên li Misrê

1 Ev gotin li ser hemû Cihûdayiyên ku li welatê Misrê, li bajarên Mîgdolê, Tahpanhêsê, Memfîsê û li herêma Patrosê diman, ji Yêremya re hat û got:

2 “Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘We her xerabiya min anî ser Orşelîmê û bajarên Cihûdayê dît. Va ye, îro ew bajarên wêranbûyî ne ku kesek tê de nema.

3 Çimkî wan bi xerabiya xwe ez hêrs kirim. Wan ji îlahên ku ne ew, ne hûn, ne jî bav û kalên we ji berê ve nas dikirin re bixûr pêxist û xulamî kir.

4 Min gelek caran xulamên xwe yên pêxember ji we re şandin. Min got: Êdî vî tiştê kirêt nekin ku ez jê nefret dikim!

5 Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Wan dev ji xerabiya xwe û dev ji bixûrpêxistina ji îlahan re bernedan.

6 Loma hêrs û xezeba min di bajarên Cihûdayê û kolanên Orşelîmê de hatin rijandin û pêxistin. Bi vî awayî ew xirbe û wêrane bûn û îro jî wisa dibin.’

7 “Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çima hûn vê belaya mezin tînin serê xwe?! Ji bo çi wê jin û mêr, zarok û berşîr li Cihûdayê helak bibin û kesek ji we sax nemîne?!

8 Çima hûn li welatê Misrê yê ku hûn bi mêvandarî çûnê, bi karên destê xwe û bixûrpêxistina ji îlahan re min hêrs dikin?! Hûn xwe helak dikin! Ma hûnê di nav hemû miletên dinyayê de bibin nalet û mijara riswabûnê?!

9 Ma we xerabî ji bîr kirin ku bav û kalên we, padîşahên Cihûdayê, jinên wan, we û jinên we li welatê Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê kirin?

10 Heta îro jî ew poşman nebûn û ji min netirsiyan. Ew di riya Şerîet û rê û rêbazên min de nemeşiyan ku min da we û bav û kalên we.’

11 “Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye min biryar daye ku bela bînim ser we û tevahiya gelê Cihûda biqedînim.

12 Ezê saxmayiyên gelê Cihûda ku berê xwe dane Misrê û biryar dane ku li wir bibin mêvan, rakim û wê hemû li welatê Misrê tune bibin. Wê li welatê Misrê bikevin. Wê bi şûr û xelayê telef bibin. Ji biçûkan heta mezinan, wê bi şûr û xelayê tune bibin. Wê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê.

13 Min çawa Orşelîmê bi şûr, kul û xelayê ceza kir, ezê mêvanên li welatê Misrê jî wisa bikim.

14 Ji saxmayiyên gelê Cihûda ku mêvandariya Misrê dikin, wê tu kes nefilite û sax nemîne. Wê venegerin welatê Cihûda. Tevî ku bixwazin vegerin jî û li wir rûnin, ji xeynî hinek kesên filitî ne, wê venegerin.’”

15 Li ser vê yekê civîneke mezin a hemû mêrên ku zanibûn jinên wan ji îlahan re bixûrê pêdixistin, hemû jinên li wê derê disekinîn û tevahiya gelê ku li herêma Patrosê ya Misrê bersiv da Yêremya û got:

16 “Emê guh nedin gotina ku te bi navê Xudan ji me re got!

17 Na! Emê esse her gotina ji devê me derketiye bikin. Çawa ku me, bav û kalên me, padîşah û serekên me li bajarên Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê dikir, emê jî, ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê pêşkêşî wê bikin. Berê, em ji nên têr dibûn! Qencî bi me dihat kirin û me xerabî nedidît!

18 Ji roja ku me ji bo Şahbanûya Ezmanan dev ji pêşkêşiyên bixûr û rijandinê berdan vir ve, em hewcedarî her tiştî dibin û bi şûr û xelayê tune dibin.”

19 Jinan got: “Erê! Gava me ji Şahbanûya Ezmanan re bixûr pêdixist û pêşkêşiyên rijandinê dirijandin, qey haya mêrên me jê tunebû ku em kilorên bi sûretê wê çêdikin û jê re pêşkêşiyan dirijînin?”

20 Yêremya ji tevahiya gel re, ji hemû jin û mêrên ku bersiva wî daye re got:

21 “Ma Xudan bixûr ji bîr kir ku we, bav û kalên we, padîşah û serekên we û gelê welêt li bajarên Cihûdayê û kolanên Orşelîmê şewitand? Ma haya wî jê tunebû?

22 Xudan ji ber xerabî û kirêtiyên we êdî hew ragirt, welatê we bûye wêraneya bêkes û xirbeya naletbûyî û îro jî wisa ye.

23 Ji ber ku we bixûr pêxist, li dijî Xudan guneh kir, guhdariya dengê Xudan nekir û ji ber ku hûn di riya Şerîet, qanûn, rê û rêbazên wî de nemeşiyan, ev bela hat serê we û îro jî wisa ye.”

24 Yêremya ji tevahiya gel û bi taybetî ji hemû jinan re got: “Ya hemû Cihûdayiyên ku li welatê Misrê ne! Guh bidin gotina Xudan!

25 Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘We û jinên we, bi destê xwe kir û bi devê xwe got: Emê esse sozên xwe pêk bînin. Emê ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê birijînin. Jixwe we wisa kiriye.’ “Nexwe kerem bikin! Sozên xwe pêk bînin! Pêşkêşiyên rijandinê birijînin!

26 Hemû gelê Cihûda yê li welatê Misrê rûdine, guh bide gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Ez dibêjim, min bi navê xwe yê mezin sond xwar ku wê tu kes ji Cihûdayiyên li seranserê welatê Misrê rûdinin bi devê xwe êdî gazî navê min neke û nebêje: Bi navê Rebê Jîndar Xudan!

27 Va ye, ez ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê çavdêriya wan dikim. Heta kes nemîne, wê her Cihûdayiyên li welatê Misrê bi şûr û xelayê tune bibe.

28 Kesên ji şûr bifilitin û ji welatê Misrê vegerin welatê Cihûda, wê gelek kêm bin. Hemû saxmayiyên gelê Cihûda ku bi mêvandarî hatine Misrê, wê bibînin ka gotina min dibe yan gotina wan.’”

29 Gotina Xudan ev e: “‘Wê ev ji bo we nîşan be ku hûn bizanibin ezê we li vê derê ceza bikim û wê gotina min a xerabiya li dijî we pêk bê.’”

30 Xudan wiha dibêje: “‘Çawa min Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê teslîmî destê dijminê wî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê kir ku li pey kuştina wî bû, ezê Hofrayê Firewnê Misrê jî wisa teslîmê destê dijminên wî bikim ku li pey kuştina wî ne.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan