Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 42 - Kurmanji Încîl


Duaya Yêremyayê Pêxember

1 Hemû fermandar, Yohananê kurê Qarêah, Ezaryayê kurê Hoşaya û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan hatin

2 ba Yêremyayê Pêxember. Wan jê re got: “Em lava dikin, daxwaza me qebûl bike. Ji bo me, ji bo tevahiya vî gelê mayî ji Xudan re dua bike. Demekê em zêde bûn, lê wekî tu bi çavê xwe dibînî em hindik mane.

3 Riya emê herinê û ya ku emê bikin, bila Xwedayê me Xudan nîşanî me bide.”

4 Yêremyayê Pêxember ji wan re got: “Baş e! Ezê li gorî gotinên we ji Xwedayê te Xudan re dua bikim. Xudan çi bersivê bide, ezê ji we re bêjim. Ezê tiştekî ji we veneşêrim.”

5 Wan ji Yêremya re got: “Heke em li gorî her tiştê ku Xwedayê te Xudan bi devê te ji me re dibêje nekin, bila Xudan ku rast û dilsoz e, li hemberî me bibe şahid.

6 Gotina wî qenc an xerab jî be, emê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin ku em te dişînin ba wî. Emê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin ku qencî bi me bê kirin.”

7 Piştî deh rojan gotina Xudan ji Yêremya re hat.

8 Wî gazî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandarên pê re û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan kir.

9 Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan ku we ez şandim ba wî ku ji bo we lava bikim, wiha dibêje:

10 ‘Heke hûn li vî welatî bimînin, ezê we ava bikim û hilneweşînim. Ezê we daçikînim û ji kokê ranekim. Çimkî ez ji ber xerabiyên min anîn serê we xemgîn im.

11 Hûn ji Padîşahê Babîlê ditirsiyan, êdî netirsin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Çimkî ez bi we re me ku we ji destê wî xilas û rizgar bikim.

12 Ezê li we bêm rehmê ku ew li we bê rehmê û we vegerîne ser axa we.’

13 “Lê heke hûn guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekin û berdewamiya van gotinan bikin: ‘Emê li vî welatî nemînin,

14 na, emê herin welatê Misrê, dereke ku emê şer nebînin, dengê boriyan nebihîzin û birçîbûnê nebînin, erê, emê li wê derê rûnin,’

15 wî çaxî ya saxmayiyên gelê Cihûda, guhdariya gotina Xudan bikin! Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Heke we bi rastî jî biryar daye ku herin Misrê û li wir bibin mêvan,

16 wê gavê wê şûrê ku hûn jê ditirsin li wir, li welatê Misrê bigihîje we. Xelaya ku hûn jê ditirsin jî wê li wir, li Misrê bi pêsîra we bigire û hûnê li wê derê bimirin.

17 Hemû kesên biryar dane ku bi mêvandarî herin Misrê, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Ji xerabiya ezê bînim serê wan, wê tu kes ji wan nefilite û sax nemîne.’

18 “Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çawa ku hêrs û xezeba min bi ser şêniyên Orşelîmê ve rijiya, wê bi ser kesên herin Misrê ve jî birije. Hûnê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê. Hûnê careke din vê derê nebînin.’

19 Ya saxmayiyên gelê Cihûda! Xudan got: ‘Neçin Misrê.’ Vê yekê baş bizanibin, min îro hûn hişyar kirin

20 ji bo ku we canê xwe ji rê derxistibû. We bixwe ez şandim ba Xwedayê xwe Xudan û got: ‘Ji bo me ji Xwedayê me Xudan re dua bike û li gorî her tiştê ku Xwedayê me Xudan dibêje, ji me re jî bêje û emê bikin.’

21 Îro min ji we re gotiye, lê di tu tişta ku wî ez şandim ba we de, we guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan.

22 Niha baş bizanibin, li wê dera hûn dixwazin bi mêvandarî herinê, hûnê bi şûr, kul û xelayê bimirin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan