Yêremya 41 - Kurmanji Încîl1 Di meha heftan de Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah û karmendekî padîşah bû, bi deh zilaman e re li Mîspayê hat ba Gedalyayê kurê Ahîqam. Gava wan li wir, li Mîspayê bi hev re xwarin xwar, 2 Îsmaîlê kurê Natanya û deh zilamên pê re rabûn û Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan da ber şûran. Çimkî Padîşahê Babîlê ew li welêt kiribû walî. 3 Îsmaîl hemû Cihûdayiyên ku bi Gedalya re li Mîspayê bûn kuştin. Wî herwiha leşkerên Kildanî yên ku li wir rastî wî hatin jî kuştin. 4 Roja piştî kuştina Gedalya, bêyî ku haya kesî jê hebe, 5 heştê zilam ji Şexem, Şîlo û Sameryayê hatin ku rihê xwe kur kirine, cilên xwe çirandine û laşên xwe jî birîndar kirine. Wan bi xwe re dexil û gunî anîbûn ku li Mala Xudan pêşkêş bikin. 6 Îsmaîlê kurê Natanya bi girî ji Mîspayê derket ku pêşwaziya wan bike. Gava rastî wan hat, ji wan re got: “Werin ba Gedalyayê kurê Ahîqam.” 7 Gava ew ketin nava bajêr, Îsmaîlê kurê Natanya û zilamên wî, ew kuştin û avêtin sarincê. 8 Lê deh kesên ji wan, ji Îsmaîl re got: “Me nekuje! Li nav zeviyê, di kewarên me yê veşartî de ceh, genim, zeyt û hingivê me hene.” Li ser vê yekê Îsmaîl dev jê berda û ew bi kesên din re nekuştin. 9 Sarinca ku Îsmaîl laşên zilamên kuştî û Gedalya avêtibûyê mezin bû. Asayê Padîşah ev der ji tirsa Baeşayê Padîşahê Îsraêlê çêkiribû. Îsmaîlê kurê Natanya bi zilamên ku kuştine, ev der tije kir. 10 Îsmaîlê kurê Natanya keçên padîşah û hemû mirovên li Mîspayê mane dîl girtin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan xistibûn bin emrê Gedalyayê kurê Ahîqam. Piştî ku wî ew dîl girtin, bi rê ket ku derbasî alî Emmoniyan bibe. Yohananê kurê Qarêah gel rizgar dike 11 Lê gava Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên pê re hemû xerabî bihîstin ku Îsmaîlê kurê Natanya kirine, 12 bi hemû zilamên xwe re çûn ku li dijî Îsmaîlê kurê Natanya şer bikin. Ew li Gîvonê, li ba hewza mezin gihîştin wan. 13 Gava hemû mirovên li ba Îsmaîl, Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên pê re dîtin, şa bûn. 14 Tevahiya gelê ku Îsmaîl ji Mîspayê ajotibû, vegeriya û hat ba Yohananê kurê Qarêah. 15 Lê Îsmaîlê kurê Natanya, bi heşt zilamên xwe re ji ber Yohanan reviya. Ew çûn ba Emmoniyan. 16 Piştî Îsmaîlê kurê Natanya, Gedalyayê kurê Ahîqam kuştibû, wî jin, zarok, leşkerên mêrxas û karmendên qesrê ji Mîspayê ajotin Gîvonê. Yohananê kurê Qarêah û fermandarên pê re hemû saxmayiyên van kesan ji Gîvonê birîn. 17 Ew rabûn ber bi Misrê ve çûn. Li Gerût-Kîmhama ku nêzîkî Bêtlehemê ye, sekinîn. 18 Çimkî ew ji Kildaniyan ditirsiyan. Ji ber ku Îsmaîlê kurê Natanya, Gedalyayê kurê Ahîqam ê ku Padîşahê Babîlê ew kiribû waliyê welêt kuştibû, ew ji wan ditirsiyan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey