Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 40 - Kurmanji Încîl


Yêremyayê Pêxember li ba Gedalyayê Walî dimîne

1 Piştî ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, Yêremya li Ramayê berda, gotina Xudan ji Yêremya re hat. Wî Yêremya li zincîran xistibû û bi hemû êsîrên Orşelîm û Cihûdayê re sirgûnî Babîlê dikirin.

2 Fermandarê parêzvanan, Yêremya anî ba xwe û jê re got: “Xwedayê te Xudan ji vî cihî re bela kifş kiriye.

3 Xudan niha ev pêk anî. Wî bi awayê ku gotibû kir. Çimkî we li dijî Xudan guneh kir û guh neda dengê wî. Loma ev yek hat serê we.

4 Va ye, niha îro ez zincîrên destê te vedikim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te qenc be, kerem bike were. Ezê baş li te binêrim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te de ne qenc be, neyê. Va ye tevahiya welêt li ber te ye. Çûna ku derê li ber çavê te baş û rast be, here wir.

5 Heke tu li vir bimînî, dixwazî here ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafanê ku Padîşahê Babîlê daniye ser bajarên Cihûdayê û di nav gel de, li ba wî rûne yan jî here dera li ber çavê te baş e.” Bi vî awayî fermandarê parêzvanan qût û diyarî danê û ew berda.

6 Yêremya çû Mîspayê, ba Gedalyayê kurê Ahîqam û pê re, di nav gelê li welêt maye de, li ba wî rûnişt.


Gedalyayê Walî tê kuştin
( Padîşah II, 25:22-26 )

7 Gava hemû fermandarên li çolê bihîst ku Padîşahê Babîlê Gedalyayê kurê Ahîqam li ser welêt kiriye walî û daniye ser jin, mêr û zarokên feqîrên welêt ku sirgûnî Babîlê nekirine,

8 ev serek hatin Mîspayê, ba Gedalya: Îsmaîlê kurê Natanya, Yohanan û Yonatanê kurên Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmet, kurên Eyfayê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexayî û zilamên wan.

9 Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan ji wan û zilamên wan re sond xwar û got: “Ji xulamiya Kildaniyan netirsin. Li welêt rûnin, xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û wê qencî bi we bê kirin.

10 Va ye ezê li Mîspayê rûnim û li pêş Kildaniyên tên nûnertiya we bikim. Lê hûn şerabê, fêkiyên havînê û zeytê bicivînin, di kewarên xwe de biparêzin û li bajarên we standine de rûnin.”

11 Gava hemû Cihûdayiyên ku li Moav, Emmon, Edom û welatên din rûdiniştin bihîst ku Padîşahê Babîlê li Cihûdayê hinek kesên gel sax hiştine û Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan kir waliyê wan,

12 hemû Cihûdayiyên ji her derê hatibûn ajotin, vegeriyan welatê Cihûda û hatin Mîspayê ba Gedalya. Wan têra xwe şerab û fêkiyên havînê dan hev.

13 Di vê navberê de Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên li çolê, li Mîspayê hatin ba Gedalya

14 û wan jê re got: “Ma tu dizanî ku Baalîsê Padîşahê Emmoniyan, Îsmaîlê kurê Natanya şandiye ku te bikuje?” Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji wan bawer nekir.

15 Yohananê kurê Qarêah li Mîspayê bi dizî ji Gedalya re got: “Bihêle ez herim, Îsmaîlê kurê Natanya bikujim. Wê kes pê nizanibe. Çima te bikuje, hemû Cihûdayiyên li ba te civiyane belav bibin û saxmayiyên gelê Cihûda tune bibin?!”

16 Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji Yohananê kurê Qarêah re got: “Tê vî karî nekî, çimkî tiştê tu li ser Îsmaîl dibêjî, derew e.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan